Koma Hinek Henek li Sîlopiyê bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin 2022-09-05 08:58:42   ŞIRNEX - Şanoya Hinek Henek, li Silopiyê listıka xwe pêşkêş kir. Lîstik ji aliyê şêniyên Sîlopiyê ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.    Koma Şanoyê ya Hinek Henek, li Tesîsa Werzîşê ya Şaredariya Sîlopiyê ya girêdayî taxa Nûhê lîstika xwe pêşkêş kir. Hevseroka HDP’ê ya Şaredariya Silopî Adalet Fîdan, Rêxsitina HDP’ê ya bajarê Şirnexê, endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Şirnexê jî lîstik temaşe kirin.   Lîtika Koma Hinek Henek ji aliyê temaşevanan bi coşekê mezin hate pêşwazîkirin. Temaşevanan bal û eleqeyek mezin nîşanî komê dan. Her wiha bernameya şanoyê wê roja duşemê jî li taxa Başakê ya Silopîyê saet di 20.00’an de carke din lîstikên xwe pêşkêş bike.