Navnîşana nû ya Atolyeya Jineolojiyê Stenbol e 2022-08-25 11:54:15   STENBOL - Atolyeyên Jineolojiyê, yên di 27'ê Tebaxê de ku bi sernavê "Mêtingerî" hatin weşandin li ser hejmarên wan ên dawîn wê hevdîtina xwendevanên jin û mer bê kirin.   Dê Atolyeyên Jineolojiyê yên Stenbolê li Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamya (NÇM) hevdîtina xwendekarên Kovara Jineolojiyê pêk bînin. Hejmara kovarê ya 25'emîn ya ku bi sernavê "Mêtingerî" hat weşandin wê li ser xwendin û niqaş bên kirin.  Wê endamên Lijneya Weşanê ya kovarê Rojda Yildiz û Ceyaylan Çagir jî wekî axaftvan tevli vê xebatê bibin.   Di hevdîtina xwendekaran ya ku wê di 27'ê Tebaxê roja Şemiyê saet di 14.00'an de li NÇM'ê bê kirin dê mêr jî bikaribin tevli bibin.   Atolyeyên Jineolojiyê berê jî li Wanê hevdîtina xwendevanan pêk anîbun.