ARÎ-DER li dijî bişaftinê 4 sal in xebatên ziman dimeşîne 2022-08-24 09:02:32   Rojda Aydin    ÊLIH - Hevseroka ARÎ-DER'ê Elîf Kivircik, anî ziman ku li dijî polîtîqayên bişaftinê ya li ser zimanê kurdî, komele xebatên cûr bi cûr dimeşîne û bang xwedîderketina li ziman kir.    Li ser ziman û çanda kurdî bi sedan sal in polîtîkayeke dijwar tê meşandin. Li dijî bişaftin û tunekirina ziman bi sala ne berxwedanek tê dayîn. Çend sazî û dezgehên ziman bê girtin jî dîsa bi rêbazên cur bi cur xebat tên domandin. Yek jî wan Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) e. Komele di sala 2018’an hat vekirin û heta îro jî xebatên xwe didomîne. Derbarê xebat û polîtîkayên bişaftinê de Hevseroka ARÎ-DER’ê Elîf Kivircik axivî.    ‘Êrîşên li ser ziman bê ehleqî ye’   Elîf, anî ziman ku wek Komeleya Arî ew kar û xebatên xwe bênavber didomînin û got: “Di vê rewşa hêstiyar de em bang li Gelê Kurd dikin li hember astengî û qedexekirina xebatên bi kurdî bi helwest bin. Divê kesayet, partî û rêxistên civakî yên sivîl bi erka xwe rabin xwedî li ziman derkevin. Helwesta me ya hevbeş û bexwedana me dê van qedexeyan û astengiyan vala derxe. Dema hêza me li ser zimanê me û li ser çanda me tunebe wê hinekê din bên ser navê me li gor berjewendiyên xwe biaxivin. Divê em rê nedin van kirinan. Hêza me heye. Gelê Kurd, gelê berxwedêr û çalak ji xwe bawerin û em ê di vê qadê jî bi ser kevin. Ne bi tenê di vê mijarê de, her wiha di hemû qadan de dê serkeftin ya me be.   ‘Li hember ziman bêtehemuliyek heye'    Elîf, destnîşan kir ku îktîdar bi sala ne li ser zimanê kurdî polîtîkayên bişaftinê dimeşîne û wiha domand: “Li ser zimanê kurdî her tim êriş û bişaftinek heye û bênavber jî didomînin. Ji sala 2016’an vir ve hemû komeleyên me yên ziman hatin girtin. Her wiha tabeleyên kurdî hemû hatin daxistin û guhertin. Bêtehemûliyek mezin li dijî zimanê kurdî heye. Ji ber vê yekê êrişê li ser zimanê me dikin. Dixwazin zimanê me ji holê rakin. Em heta dawiyê xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji ber ku ziman, nasname û hebûna mirovan e. Lê em ê heta dawiyê xwedî zimanê xwe derkevin. Ji ber ku ziman, hebûn û nasnameya mirovan e.”   ‘Xebatên me bê navber didomin’   Elîf, da zanîn ku Komeleya Arî xebatên cûr bi cûr dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wek komele xebatên cûr bi cûr dikin. Kargehên me yên ziman di her serdemê de berdewam dike. Komeleya Arî di sala 2018’an de hat vekirin. Ji wê demê heta îro xebatên me bi dawî nebûne. Gelek bernameyên ziman hatin lidarxistin. Bernameyên wek panel, sempozyûm, şahî û pêşbirkan hatin lidarxist. Niha jî dem bi dem ev xebatên me didomin. Her wiha ne tenê li avahiya komeleyê li parqan jî me xebatên ziman da meşandin. Kursên ziman ên her hefteyê jî didomin."   ‘Êlihî girîngiyê dide ziman'   Elîf, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser eleqeya welatiyên Êliyê: "Êlihî eleqeyek mezin nîşanî zimanê kurdî dide. Bi vekirina vê komeleyê êlihî gelek bextewar bûn. Ji ber ku gelek saziyên me yên ziman hatin girtin. Her kargehên me ziman didomin û her demê jî serlêdan tê kirin. Her wiha em ê meha îlonê de ji bo gihandina mamosteyan kargehek vekin. Her wiha kargehên li ser çand û wêjeyê jî dê bên vekirin. Meha borî nêzî 96 xwendekar ji komeleyê mezûn bûn. Niha jî 40 şagirt û 14 mamosteyên me hene. Her wiha di demsala havînê de jî piranî xebatên me li parkan pêk tên." Elîf di dawiya axaftina xwe de bang piştevaniyê kir.