Ji mîhrîcana Helebê peyama 'Huner şerê hebûna azadiyê ye' 2022-08-15 09:59:30     Sidra Mamo   HELEB - Jinên ku tevlî mîhrîcana "Huner şerê hebûna azadiyê ye" bûn diyar kirin ku mîhrîcana ku li Helebê hatî lidarxistin girîng e û pir çandî Projeya Neteweya Demokratîk e û gotin: "Divê em çand û hunera xwe biparêzin."    Bi dirûşma "Huner şerê hebûna azadiyê ye" 1'emîn Mihrîcana Şehîd Berçem bi pêşengtiya Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Suriyê, li Bajarê Helebê hatî lidarxistin didome. Ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê beşdarvan bi çand û foklora xwe tevlî mîhrîcanê bûn. Bi taybetî jî tevlîbûna jinan a bi rengê xwe dîmenên rengîn derxistin holê. Jinên ku tevlî mîhrîcanê bûn derbarê girîngiya mîhrîcanê de nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    'Pir çandî Proja Netewa Demokratîk nîşan dide'   Endama Kevana Zêrîn a Helebê Axîn Adil wiha bal kişand ser renginiya mîhrîcanê: "Ez di Koma Vejîn a starana de cih digrim û li ser vê bingehê beşdar mihrîcanê bûm. Ev cara yekemîne ku mîhrîcanek bi vê rengî li vê derê tê lidarxistin, Ev jî gavek pir mezin e ji bo me û bi wateye. Ji hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên jin ên ku nûnertiya folklor û çanda Gelê Kurd dike. Mihrîcana ku didome pir bi rengîn e. Ev jî bi rastî gavek mezin e û bi wateye ji bo me jinan. Em jî wek Koma Vejîn em ê stranên Şehîd Berçem û yên ku digotin pêkêş bikin ji gel re. Îro ji hemû pêkhateyan beşdar vê mihrîcanê bûne, ev jî Proja Netewa Demokratîk nîşan dide."   'Divê em çanda xwe biparêzin'    Axîn di dawî de diyar kir ku mihrîcanên bi vê rengî hêz û rola jinê di civakê de mîsoger dike û wiha bi dawî kir: "Mihrîcana ku me li dar xistiye dijmin têk dibe, her wiha ji bo parastina çanda xwe û folklara xwe ji ber ku çand nasname û hebûna mirovan e. Dijm in her tim êriş li me dike lê nikare rihê xwişk biratiya gelan têk bibe, mihrîcana me jî vê yekê mîsoger dike."    'Jin ji destpêka şoreşê heya niha çanda xwe parastiye'    Hêvîn Mihemed a ku ji Şehbayê beşdar bûye wiha behsa parastina çand û foklarê kir: "Em vê mîhrîcanê li hemû jinan û Rêber Apo pîroz dikin. Em jî weke Koma Herêma Efrînê beşdarî mîhrîcanê bûn. Ya ku ji destpêka şoreşê û heya niha her tim jin çand parastiye, îro jî ev mîhrîcan vê yekê nîşan dide. Stranên bav û kalan û yên ku folklora me ya kurdî nîşan dide tê pêşkêş kirin. Ev mîhrîcan gelek balkêşe ku di demek wiha de û li ser erdnîgariyek wiha tê lidarxistin û ev bêtir watedar e."   'Huner şerê hebûna azadiyê ye'   Ruken Mihemed a ku ji Tebqayê bi stranên xwe beşdar bûye wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îro ez weke hunermendek jin a kurd ji Tebqayê beşdarî mîhrîcanê bûm. Ez stranên Tebqayê Efrînê pêşkêş bikim. Ev mihrîcan gelek girîng e ji bo me û ji bo tevahî jinan jî. Ji bo me ev mihrîcan mihrîcanek dîrokî ye ku bi rastî girîngî didin jin û destkeftiyên ku jinê di şoreşê de bi pêş xistiye, bi taybetî ji aliyê çandê ve ku çand beşek girîng e di jiyanê de."