Li Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan 2022-08-15 08:22:44     ŞIRNEX - Mîhrîcana Şano û Zarokan a ku ji hêla şaredariya Silopiyayê ve tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam kir.   Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Silopiya yê Şirnexê, Mîhrîcana Şano û Zarokan a organîzekir. Duh di roja duyemîn de mîhrîcan berdewam kir. Bername, ji 5 atolyeyên zarokan, 3 nîşandanên şanoyê û dîwana dengbêjan jî di nav de bi giştî ji 7 bernameyan pêk tê.     Destpêka çalakiyan ku di nava du rojan de hatî li darxistin roja ewilî bi atolyeya zarokan a li Taxa Ofîsê dest pê kir. Roja duyem jî li Taxa Cumhuriyetê pêk hat. Zarok eleqeyeke mezin nişanî atolyeyan dan.    Atolyeyên din dê di 20'ê tebaxê de bê lidarxistin. Mîhrîcan jî dê heya 18’ê îlonê berdewam bike.