Komîteya Mîhrîcana Munzurê bertek nîşanî qedexeya walîtiyê da 2022-07-20 17:02:40     DÊRSIM - Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê têkildarî qedexeyên walîtiyê daxuyaniyek da û got ku divê walîtî di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bîne.    Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê têkildarî mîhrîcana ku îsal dê bi dirûşma “Em li dijî talankirina kanvaniyê xwezayê, li dijî talanê jiyanê û li dijî qedexeyan jî hunerê diparêzin” û di navbera 21-24’ê tîrmehê de li dar bixe, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bertek nîşanî qedexeyên walîtiyê yên ji bo mîhrîcanê dan.    Komîteyê bal kişand ser noqteyên kontrolê yên zêde û wiha got: “Di ketin û derketina bajêr û navçeyan de bi dehan noqteyên kontrolê hatine avakirin û ev yek jî mafê azadiya geriyanê binpê dike. Ev yek nîşan dide ku polîtîkayên zext û bêzarkirinê yên salên 90’î dîsa ketine meriyetê. Xuyaye ku li dijî mîhrîcana me astengkirin û qedexeyên mezin hene.”    Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin:    “*Divê wargehên xwendekaran ên aydê cemaweriyê ji mêvanên bo mîhrîcanê ji derveyî bajar hatine re bên vekirin.    * Divê stadyûm ji konseran re bê vekirin.    * Divê qedexeya ketin û derketina bajêr bê rakirin û di zûtirin demê de dawî li qedexe û êrişa li dijî hunerê bê anîn. Hewceye komên muzîkê yên ji bo sibe bernameya wan a konseran heye, bikevin bajêr û astengiyên li pêşiya wan bên rakirin.    * Daxuyanî û meşên li dijî xizantî, dejenerebûn, pişaftin û qirkirina xwezayê tên kirin mafekî zagonî ye û kesek nikare asteng bike.    * Qedexe û astengkirinên ji bo bêwatekirina mebesta Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê tên kirin, divê di zûtirin demê de bên rakirin.    * Li şûna ku tevlibûna bi dehhezaran welatiyên asteng bikin, bila mekanîzmayên wisa ava bikin ku mirov bi azad beşdar bibin.”