Derhêner Jînda: Min xwest bi belgefîlm Nûjiyanê bidim jiyîn 2022-06-28 09:04:21   Nîşmiye Guler   STENBOL - Jînda Asmen, rêheval û hevpîşeya xwe Nûjiyan Erdan di belgefîlma bi navê ‘Nûjiyan’ de vegot û tevî hemû astengî bandora şer belgefîlma xwe temam kir. Jînda da zanîn ku dema li Şengalê geriyaye li her derê Nûjiyan hebûye û wekê ku Nûjiyanê ew her tim temaşe kiriye.   Rojnameger Nûjiyan Erhan di 3’yê adara 2017’an de li bajaroka Xanesor a Şengalê ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi giranî hat birîndarkrin û di 22’yê adara 2017’an de li nexweşxana Hesekê jiyana xwe ji dest da. Nûjiyanê pênûs, kamera û lêgerîna heqîqetê ji hevalên xwe re hişt.   Rojnameger û derhêner Jînda Asmen jiyana Nûjiyanê bi belgefîlmê vegot. Du sal piştî Nûjiyanê dest bi belgefîlm hat kirin û di 2021’ê de temam bû. Rojnammeger Ferîde Zade rola Nujiyanê girt serxwe. Montaja wê jî di 2022’yan de temam bû û cara ewil li bajaroka Xanesor ku Nûjiyanê lê jiyana xwe ji dest da hat nîşandan. Piştre li Şengal û Hasekê hat nîşandan.   Jînda Asmen der bare têkoşin, hevaltî, rojnamegerî û berxwedana Nûjiyanê de, zor û zehmetiyên ku dema belgefîlm kişandin de axivî.   ‘Me şahidiya hemû êşa Şengalê kir’   Jîndayê balkişand ser fikra ku belgefîm çawa derketiye holê û wiha dirêjî dayê: “Nûjiyan rêhevala min bû. Me li Şengalê şahidiya pir tiştî kir. Li Şengalê ferman, êşek mezin hat jiyîn. Di heman demê xwe jiyana xwe ji nûve ava kirin. Ez û hevala Nûjiyan bû şahidê vê. Me gelek xebat bi hev re meşand. Zemîna belgefîlm ji vir tê. Dema xebatê de me nîqaş dikirin me nêrîn ji hev digirt. Me ji nêz ve hev nas kir. Em bi heman armancê ketibûn heman rê. Gotinek Nûjiyanê her tim di dilê min de deng da. Min got gelo ez ê vê çawa bikim. Ez li ser hûr bûm. Min nizanibû ji ku dest pê bikim. Vê gelek bandor li min kir. Min digot ‘Nûjiyan Nûjiyan ez ji ku dest pê bikim’. Rojekê min got ‘Nûjiyan Jiyana Nû’. Min helbestek bi vî sernavî nivîsî. Vê helbestê esasa belgefîlm jî ava kir. Proje li ser vê dest pê kir.”   'Me Şengal, Mexmûr û Rojava film kişand'    Jîndayê balkişand ser amadekariya belgefîlm û wiha daxuyand: “Me piranî li Şengalê fîlm kişand. Dil dixwest em li cihên ku Nûjiyan jiyaye jî bikşînin. Lê ev bi sînor bû mixabin. Li Rojava û Mexmûrê me kişand. Me di 2019’an de dest pê kir di 2021’ê de temam kir. Em li bendê meha adarê man. Me xwest em di meha adarê de nîşan bidin lê ji ber şertan nebû. Ji ber astengiyan em hinek sekinin. Lê belgefîlm navbera 2019-2021’ê de temam bû.”   ‘Armanca me ev bû em vê belgefilmê temam bikin’   Jîndayê zor û zehmetiyên pê re hatine rû hev jî wiha rêz kir: “Şengal hatibû xilaskirin lê şer neqedyabû. Dema me dest bi belgefîm kir jî wisa bû. Êrîş hebûn. Balafirên şer yên Tirk êriş dikirin. Arteşa Iraqê zehmetî derdixist. Lê yek armancek me hebû, di çi şertî de be wê ev belgefîlm temam bibe. Di vê pêvajoyê de em ji ewlehiya hevalan jî berpirs bûn. Her deqe dikaribû tiştek pêk bihata. Em bi gelek zor û zehmetiyan re hatin rû hev. Li Şengalê derfet qels bûn. Me nikaribû pergala lambeyê bînin Şengalê. Ev jî astengiyên şer bûn. Gelek astengî di encama şer de derketin holê. Ji ber vê me bi ekîpmanek teknîkî ya sînor belgefîlm kişand. Destûr nedan em pergala lambeyan bînin Şengalê. Me jî bi ampulên heyî karê xwe kir. Me bi derfetên xwe xebat meşand. Lê kêf û moralê me bilind bû.”   ‘Ev xebateke jinê bû’   Jîndayê, diyar kir ku sê jin bûn û got: "Ez bi dilê rehet dikarim bêjim ku ev xebatek jinê bû. Ez, Zinar û Ferîde Zade. Hemû xebat me girt ser xwe. Me hev û din xurt kir. Gelê Şengalê jî piştgirî da me. Yên navê Nûjiyanê bihistin piştgirî dan me. Xwedî li Nûjiyanê derketin.”   ‘Nûjiyan jinek şoreşger, rojnameger bû’   Jîndayê destnîşan kir ku belgefîlm ewi li Şengalê nîşan dane, ji ber ku Nûjiyan li wir birîndar bûye, hatiye definkirn û bûye parçeyek wir. Jîndayê di vê mijarê de jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Heval Nûjiyan li wir şehîd ket. Dema me belgefîlm dikşand zarokên nû dihatin dinê navê wan dikirin Nûjiyan. Roja fîlm hat nîşandan me zarokên bi navê Nûjiyan anî gel hev û diyarî dan wan. Hevala ku bi Nûjiyanê re birîndar bibû jî hat wir û axaftinek kurt kir. Me di belgefîlm de hewl da em şopa ku Nûjiyanê hiştiye nîşan bidin. Hevala Nûjiyan jinek şoreşger û rojnameger bû. Li Şengalê bû yek ji kesên civaka êzidî. Me hevala Nûjiyan çawa nas kir, me hewl da em di belgefîlm de jî wisa bidin nasîn.”   ‘Divê em hev bidin jiyîn’   Jîndayê, daxuyand ku hevalên hev bûn û ji hev du hêz digirtin û axaftina xwe wiha domand: "Armancek hevala Nûjiyan hebû. Divê armanca wê berdewam bikira. Ji ber vê wek hevala wê min ev domand. Min her tişt bi dilxwazî kir. Gelek hevalên wek hevala Nûjiyan hene. Em hemû ji bo hev hene. Em divê hev vebêjin. Hevala Gurbet, Nûjiyan, Denîz û ...  Nûjiyan keseke bi coş û dilmgerm bû. Roja ku em nû çûn Şengalê xwest hema dest bi xebatê bike. Zarokek biçûk dît. Şivan bû. Hema çû cem wî. Derbarê wan de nûçe çêkir. Gelek afrîner bû. Ji xebatan hez dikir. Li bendê tiştan nedima. Wê bixwe diçû didît.  Jinek xwedî armanc bû, xwedî hişmendî bû. Dema em li Şengalê digeriyan li her derê Nûjiyan hebû. Dema me belgefîlm kişand wekê ku Nûjiyan li her derê em temaşe dikirin. Nûjiyan şehîd ket lê bîranînên wê hîna tezene.”   'Çîroka Gulê nîvco ma'   Jîndayê dawiya axaftina xwe de balkişand ser çîroka Gulê ku yekem jina li dijî DAIŞ’ê têkoşîn dabû û wiha vegot: “Me çîroka Gulê bihist. Ez û Nûjiyan ketin pey wê. Me her dema wê bi hev re kişand. Me malbat dît. Em axivîn. Em çûn ser gora Gulê. Gulê li dijî DAIŞ’ê bi çekê têdikoşe û jiyana xwe ji dest dide. Di heman demê de dayike û zarokek wê heye. Cenazeya Gulê davêjin cihekî. Ji bo em vê vebêjin em ketin rê. Lê me xebata xwe temam nekir. Hevala Nûjiyan birîndar bû. Min nûçeya nîvco maye temam kir. Lê wekê ku Nûjiyan ligel min bû min xebat temam kir.”   Jindayê bi van gotinan dawî kir: “Min xwest bi belgefîlme Nûjiyanê bidim jiyîn. Li Şengal û Hasekê hat nîşandan. Ez dixwazim li cihên cuda jî bê nîşandan. Em divê li her derê Nûjiyanê vebêjin. Heta ji destê me bê em ê bikin. Armanca me ev e.”