'Nivîskariya kurdî li dijî bişaftinê çeka min a xweparastinê ye' 2022-06-24 09:02:24     Medya Uren   AMED - Gulîstan Kanîreş a di warê parastin û pêşxistina zimanê kurdî de timî di nav lêgerînan de ye pirtûka xwe ya bi zaravê Kurmancî û Kirmanckî bi me da naskirin. Gulîstana qala demboriya xwe û bandora wê ya li ser nivîsankiriyê kir wiha got: "Li her deverê êriş li kurdan tê kirin. Lewra ji Dîasporayê heta Kurdistanê ziman û çanda me hebûna me ye, divê em biparêzin. Nivîskariya kurdî li dijî bişaftinê çeka min a xweparastinê ye."   Jiyana her kurdekî çi kêm çi zêde dişibe hev. Biaşftin, wêrankirin, koçberî, girtin û wekî din bûne şahidê cur bi cur êrişan. Kurd herî zêde jî ji aliyê ziman û çanda xwe ve bi êrişan rû bi rû dimînin. Heta zaraveyê Kirmanckî bi tirsa nemanê re rû bi rû ye. Li hemberî van êrişan berxwedana kurdan jî dîrokî ye û nayê piştçavkirin. Niha jî mamosteyên zimanê kurdî, nivîskar û hunermend ji parastin û pêşvebirina ziman re pêşengtiyê dikin. Gulîstan Kanîreş a li xerîbiyê, Dîasporayêyê çavê xwe li jiyanê vekir jî li dijî bişaftinê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî perwerde da û niha jî bi herdu zaraveyan helbestan dihone. Bi lêgerîna xwe û hewldana xwe re di warê parastina zimanê kurdî de ew jî dixwaze bibe lingek.   Gulîstan Kanîreş a bi eslê xwe Çewlîkê ye, li Dîasporayê mezin bûye. Di televizyona jinê Jin Tv'yê de xebitiye, di rêveberiya Enstutuya Kurdî de cih girtiye û car car jî weke mamosteya zimanê kurdî erk girtiye ser xwe, hewl dide niha jî bi bernameyên li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal çêdike di warê zimanê kurdî de kedekê bide. Gulîstanê pirtûka xwe ya helbestan a yekem a bi navê "Rondikên Veşartî" ji aliyê Weşanxaneya J&J'yê de weşand. Têkildarî jiyana Kurdan a li Dîasporayê, parastina zimanê Kurdî û pirtûka xwe ya helbestan Gulîstan Kanîreş pirsên me bersivand.   'Kurdan xwe li Dîasporayê jî bi rêxistin kirin'   Gulîstanê di destpêkê de bal kişand ser xebatên ji bo çand û zimanê Kurdî yên li Dîasporayê hatine pêşxistin û got: "Ji salên 90'î ve hejmara Kurdên li Dîasporayê her ku çû zêde bû. Ji ber sedemên cuda, bi taybetî jî ji ber sedemên siyasî ber bi Dîasporayê ve koçberiyek pêk hat. Kesên ji ber siyasetê hatine li wir jî rêxistina xwe ava kirin. Di sazî û dezgehan de çanda xwe û zimanê xwe pêş birin. Ya herî girîng ne tenê bi awayekî sloganwarî, di paratîkê de jî pêşketinek bi pêşengiya jinê pêk hat. Ji bo gelek kurdên li xeribîyê di lêgera azadiyê de ne jî bû deriyek. Ziman û çanda kurdî li wir jî hate pêşxistin."   'Çima em nikarin li welatê xwe bijîn?'   Gulîstanê diyar kir ku her çiqas rêxistinek baş li Dîasporayê pêş ketibe jî tu cih nabe wek axa mirov û li ser mijarê wiha pê de çû: "Ji derve dibe ku sedemên koçberiyê cuda bin lê bele di bingehê de sedem digihêjin hev ango heman in. Zêdeyî kesan ji ber zext û zordestiyan koç bûn. Hinek kes jî ji ber aboriyê koçber bûn ku gel welatê mirov azad be, wê pirsgirêkên aboriyê jî nehatiban jiyîn. Dema em jî koçber bûn tê bîra min demek dirêj ez hînê Ewropayê nebûm. Belkî gelek kesên din jî pirsgirêka min dijî, jiyane. Ji ber mirov di carekê de ji ziman, çand, ax, mirov û derdora xwe qut dibin. Tu li cihekî din, cîhaneke din nas dike. Di zarokatiyê de jî min pir 'pirsa çima ez nikarim li welatê xwe bijîm?' dikir. Ji min re êriş, pirsgirêkên siyasî û aborî jî weke hincet û bê wate dihatin. Ji bo ez xwe ji axa dêya xwe, nasnameya xwe dûr nexim ez tim di nav lêgerînan de bûm. Ev lêgerîna min jî ji bo roja îro bû ronahiyek. Hişt ku ez di warê çand û zimanê kurdî de bigihêjim astekê. Êdî ez bi zimanê kurdî axivîm. Min bi kurdî nivîsî û jiyam. Di nav vê sîstema kapîtalîst de dibe ku em jî hatiban bişaftin. Lê belê me destûra vê neda. Ez bi vê hezkirina xwe jî dibêjim dibe ku niha li Ewropayê bijîm lê mejiyê min û dilê min li vir e."   'Ez hem xemgîn hem jî bextewar im'   Gulîstana piştî demek dirêj e hatiye welat wiha li gotinên xwe zêde kir: "Piştî 7 salan cara yekem e ez têm bajarê xwe. Ji ber sedemên siyasî ez nikaribûm bihatama. Di her hatina xwe de jî ez dikarim bêjim bi hestekî cuda min welat himbêz kir. Xerîbî, hezkirin û hestên terikandinê min gelek dixe bin bandora xwe. Di vegera xwe de jî ez ê li ser hatina xwe û dîtinên xwe nivîsan binivîsim. Li vir tiştekî din jî heye dixwazim destnîşan bikim. Her dema têm di aliye bişaftinê de êriş kûrtir bûne. Ziman û çand winda dibe. Lê belê li aliyekî jî hewldanên parastinê jî şayanê qalkirinê ye. Ji çapemenî, nivîskar, beşên huner û wekî din jî berxwedanek a parastinê heye."   'Min xemên veşartî nivîsand'   Gulistanê di berdewamiya axaftina xwe de qala pirtûka ku nivîsiye kir û wiha diyar kir: "Bi qasî 15 salan e xwendin û nivîsandina tirkî min ji jiyana xwe derxistiye. Ez tenê hewl didim li ser zimanê kurdî û zaraveyên wê xwe pêş bixim. Ji zaroktiyê ve jî aliyê min ê wêjeheziyê hebû. Demek dirêj e jî min dixwest ez binivîsim. Lê belê ji ber xebatên min dikir derfetên min ên nivîsandinê tune bûn. Pirtûka min a helbestan ya 'Rondikên veşartî' bû pirtûka yekem. Em kurd her tim pozitif in û vê enerjiya xwe belav dikin. Lewra kurdan gelek bûyer jiyane. Loma jî xemên me di nav kenê me de veşartî dimîne. Ji ber wê jî min navekî wisa hilbijart. Min bi du zaraveyên kurdî, kurmancî û kirmanckî nivîsandiye. Li rex helbestan jî me wêne xêz kirine."   'Em çiqas xwedî li nirxên xwe derdikevin'   Gulîstana di warê pêşxistina ziman de di nav lêgerînan de ye dixwaze ji bo ciwanên kurd bibe feyz wiha dibêje: "Her tim êrişên bişaftin û tunebûnê li dijî gelê kurd tên kirin. Ev êrişên bişaftinê ji salên 80'an ve ger em bigirin dest di astek herî jor de ye. Di darbeya 12'ê Îlonê de kurd û kurdbûn tune dihat hesibandin. Zimanê kurdî di fermiyetê de hate qedexekirin. Lê ev qedexe nehatin guhertin û kurdan ew êrişana zû şikand. Lewra piştî wan salan bi taybetî jî piştî 2015'an şûnde êriş hatin dijwarkirin. Êrişeke xuya neke ku ziman û çanda kurdî hedef digire pêk hat. Bi teknolojiyê ketine hundirê malên me. Pêvajoyek dijwar e. Divê em jin, zarok, ciwan û her beşên civakê vê erkê deynin ser milê xwe. Divê em xwedî li çanda xwe, zimanê xwe derkevin. Bila em bi wijdan tev bigerin. Em hesap ji xwe bipirsin ka em çiqas xwedî li  nirxên xwe derdikevin."