Belgefilîma Nûjiyan Erhan li Qamişloyê hat nîşandan 2022-06-23 09:46:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Belgefilîmek li ser perçeyek ji jiyan û tekoşîna şehîd û rojnamevan Nûjiyan Erhan li navenda Mihemed Şêxo hate nîşandan.   Bi piştgiriya Hîlala Zêrîn, Prodeksyona Nûjiyan, listikvan Ferîde Zade û derhêner Jînda Asmen bi alîkariya Zinarîn Zinar belgefilama jiyan û tekoşîna şervana tevgera azadiyê û rojnamevan Nûjiyan Erhan a di 3'yê Adara 2017'an de hat qetilkirin li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate nîşandan.   Belgefîlm bi amedebûna bi dehan rojnamevan û şêniyên bajarê Qamişlo hate pêşandan. Beriya ku belgefîlm were pêşandan, ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Pişt re ji komîteya amedekar derhêner Jînda Asmen li ser armanca belgefilmê axivî û got: “Armanca me ji belegefilîmê ew e ku em jiyan û tekoşîna rêhevala Nûjiyan bi gel bidin naskirin û bibin bersiv ji keda hevala me ya şehîd re.”   Bi dirêjahiya saetek û 13 xulek belgefilîm bi baldarî hate temaşekirin. Di dawiya de temaşevanan bi duruşma “ şehîd namirin” belgefilîm bi dawî kirin.