Dîroka kurdan bi berhemên xwe dibe pêşerojê 2022-06-08 09:03:42     Derya Ren   AMED - Wênesaz Rûken Ekîncî bi pêşangeha ‘rengên jiyanê dihewîne’ ya li Amed û Êlihê vekir, wêneyên kesên navdar ên dîroka kurdan xêz dike û dîrokê dibe pêşerojê.   Wênesaz Rûken Ekîncî pêşangeha ‘rengên jiyanê dihewînin’ vekir û wê jî para xwe ji krîza aborî girt. Rûken ligel alavên bermayî, bi karbonat, qahwe û kaşikên lîmonan û porteqalan berhemên xwe çêdike û dîroka kurdan derdixe holê. Rûkenê nivîskarê Kurd Musa Anter, Dayikên Aştiyê, Tahîr Elçî û kesên girîng ên têkoşîna azadiya kurd jî di tabloyên xwe de nexş kir. Pêşangeha wê li saziyên fermî bêyî hincet hatin astengkirin.   Rûkenê da zanîn ku  ÎHA û ajasanên din jê roportaj girtine lê bi zanebûn navê ‘Rûkiye Ekîncî’ bi kar anîne, tevî gotiye rast bikin jî di encama bêtehemuliya li hember kurdî de navê wê wek Rûken rast nekirine.   ‘Min ji bêderfetiyan derfet afirand’   Rûkenê daxuyakirin ku ji zarokatiyê de têkiliya wê bi wênexêziyê hebûye û wiha got: “Lê neçar mam wê demê dest jê berdim. Ji ber tiştên min jiyan neçar mam dest jê berdim. Ji ber jin ji civakê dûr tên xistin. Ligel vê dema mirov kurd bin jî rewşeke cuda dertê holê. Mînak mirov tên hedefgirtin. Ji ber vê neçar mam demek dirêj taloq bikim. 7 sal berê ketim lêgerînê. Ji bo xeyalên xwe min ji bêderfetiyê derfet afirandin. Min got divê ez nasname, dîrok, nirx û têkoşîna xwe xêz bikim. Min dest pê kir, tu tiştek destê min de tunebû. Min xebatên bi pênûsê çêkirin. Lê vê têr nekir.”   ‘Min kesên navdar ên dîroka kurdan girt dest’   Rûkenê destnîşan kir ku ji ber alavên wê tunebûne ji mutbexa xwe alternatîf afirandiye û wiha bi lêv kir: “Min di berhemên ewil de karbonat bi kar anî. Piştre min ji kaşikên lîmon, porteqal û xweliya cigarê tablo çêkirin. Piştre min ji kahweyê tablo çêkirin.  Min wêneyên jinên di dîrokê de hatine tunekirin xêz kir. Piştre min portreyên kesên navdar ên dîroka kurdan çêkir. Yek ji van Musa Anter bû. Min portreyê wî bi telveya kahweyê boyax kir.”   ‘Min xwest ez pêşengên kurd nemir bikim’   Rûkenê diyar kir ku pêşangeha ‘rengên jiyanê dihewînin’ du caran li ‘Êlihê vekiriye û xwestiye li saziyên fermî jî pêşangehê bidomîne lê rayedaran destûr nedaye û wiha domand: “Xebatên min li ser Kurdbûnê bûn. Ji ber vê destûr nehatin dayîn. Min jî bi derfetên xwe pêşangeha xwe vekir. Herî dawî min pêşangeha ‘rengên jiyanê dihewînin’ li Amedê  bi Turkan Elçî re vekir. Jiyana gelê kurd dîroka min e jî. Ji ber vê min jiyana xwe jî xêz kiriye. Min xwest ez pêşengên kurd nemir bikim.”   ‘Êrîşek li hember nasnameya min e’   Rûkenê di berdewamiyê de wiha nirxand: “Gelek weşanên çapemeniyê xwestin nûçeya min çêbikin. Ligel ajansên herêmê ajansên li Tirkiyeyê faliyetê dikin hatin. ÎHA û çend ajansên din hatin. Roportaj kirin. Roportajên min bi vîdeo bûn. Lê dema nûçe weşandin navê min ne wek ‘Ruken Ekîncî’ wek Rukiye Ekîncî dan. Ev êrîşek li hember nasneya min e. Çi dibe bila bibe ez dixwazim bi nasnameya xwe bêm nasîn. Ji ber navê min kurdî bû tiştekî wisa kirin. Tevî min xwest navê min rast bikin jî nekirin.”   ‘Butçe diçe ji şer re’   Rûkenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hikûmet butçeya ji şer re vediqetîne divê ji hunerê re veqetîne û wiha dawî lê anî: “Hemû butçe diçe ji şer re ev ne rast e. Divê aştî pêk bê. Min Dayikên Aştiyê di tabloyên xwe de xêz kirin.”