1’emîn Mîhrîcana Jinan a Şehîd Sema li Goteborgê pêk hat 2022-06-06 10:28:40     NAVENDA NÛÇEYAN - 1’emîn Mîhrîcana Jinan a Şehîd Sema (Fatoş Saglamgoz) li bajarê Goteborg ê Swêdê bi coşeke mezin pêk hat.   Jinên kurd ên li welatên Skandînavyayê, li 1’emîn Mîhrîcana Jinan a Şehîd Sema (Fatoş Saylamgoz) li hev civiyan. Mîhrîcan 5’ê Hezîranê li bajarê Goteborg ê Swêdê bi dirûşma “Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û bi rengekî azad bijî” hate lidarxistin.   Mîhrîcana ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a li Skandînavyayê (YJK-Skandînavya) ve hate organîzekirin, li meydana Gûstav Adolfstorgê Pêk hat û jinên ji gelek neteweyên cuda jî tevlî bûn.    Li gel stranan di mîhrîcanê de peyamên ji bo yekîtiyê û birêxistinkirina jinan hatin dayin. Di mîhrîcanê de defîleya ji cil û bergên kurdî hate nîşandan û gelekî bal kişand.   Hunermend Çopî Fetah, Evîn Akbaş, Ozan Fîgen, Girîn Cizîrî, Koma Govendê ya Keçên Rojava, Koma Defê ya Hejîn (Jinên Rojhilatî), Koma Folklorê ya Hindî (The third eye) derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.   Li qada mîhrîcanê gelek standên ji xwarinên kurdî jî hatin danîn.   Di mîhrîcanê de ku bi coşeke mezin derbas bû, berxwedana jinan a li hemberî faşîzma li Tirkiyeyê hate silavkirin.