3'yemîn Mîhrîcana Xwendekaran bi dawî bû 2022-06-04 14:42:59   ŞEHBA - 3'yemîn Mîhrîcana Xwendekaran a bi dirûşma "Di sala serkeftinê de îxanetê têk bibin, serfiraziya Kurdistanê mîsoger bikin" hatî li dar xistin bi bernameyên cuda bi dawî bû.    Bi dirûşma "Di sala serkeftinê de îxanetê têk bibin, serfiraziya Kurdistanê mîsoger bikin" Tevgera Xwendekarên Demokratîk dibin sîwana Tevgera Ciwanên şoreşger a herêma Efrînê 3'yemîn Mîhrîcana Xwendekaran, li hola Mîtan a navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê li dar xist. Mîhrîcan 2 rojan dom kir û îro bi dawî bû.    Di mihrîcanê de hemû xwendekar,  endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amede bûn. Hol bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û wêneyên pekrewanan, her wiha alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera jinên ciwan û Tevgera Xwendekarên demokratîk hatibû xemilandin.  Mihrîcan bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.   Piştre stran ji aliyê xwendekar Bahoz, Koma Şehîd Nûjiyan, xwendekar Peyam, Koma Dibistana Babinês û Xwendekar Avrîn a dibistana Ehdas ve hatin gotin.    Govend jî aliyê Koma Xweser a Wargeha Berxwedan, Koma Şêrewa, Koma Govendê a Şehîd Nûjiyan a Dibistana Fafînê, Koma Şehîd Egîd, Xwendekar Xalîde derketin ser dikê.    Her wiha helbest ji aliyê xwendekar Rozîn Dodo, Biharîn Mihemed ve hatin xwendin.    Piştre jî şano ji aliyê Koma Şano ya Dibistana Wargeha Berxwedan ve hat pêşkêşkirin.    Di mîhrîcanê de her wiha pêşbirkek zanistî jî hat lidarxistin.   3'yemîn Mîhrîcana Xwendekaran bi xelat dayîna li xwendekaran bi dawî bû.