Li Swêdê 1'emîn Mîhrîcana Şehîd Sema 2022-06-01 10:33:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 4'ê hezîranê de wê li Swêdê bi dirûşma "Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û azad bibe' 1'emîn Mîhrîcana Şehîd Sema bê lidarxistin.   Jinên kurd ên li welatên Skandînavyayê, xwe ji bo 1'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinê ya Şehîd Sema (Fatoş Saglamgoz) amade dikin. Mîhrîcan wê 4'ê hezîranê li bajarê Goteborg ê Swêdê bê lidarxistin.   Mîhrîcana ku wê bi dirûşma 'Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û azad bibe' pêk were, Yekîtiya Jinên Kurd a li Skandînavyayê (YJK-Skandînavya) wê pêşengiyê bike.   Hunermend Çopî Fetah, Evîn Akbaş, Ozan Fîgen, Girîn Cizîrî, Koma Folklor a Keçên Rojava, Koma Defê ya Hejîn (jinên Rojhilat), Koma Folklor a Hindî (the third eye) wê derikevin ser dikê.   Her wiha di mîhrîcanê de govend, şahiyên ji bo zarokan, pêşangehên cil û bergan, helbest, xwarin û kelepûrên kurdewarî wê werin amadekirin.