Pirtûka Jineolojiyê li Torînoyê hate nasandin 2022-05-30 13:15:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka bi navê ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku li Enstîtuya Andre Wolf a Jineolojiyê ya Rojava hatibû nivîsandin, ji Spanî wergerandin Îtalî. Li newala Val di Sûsa ya bajarê Torînoyê ya Îtalyayê pirtûk hate danasîn.   Pirtûka Îspanî ya bi navê ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku li Enstîtuya Andre Wolf a Jineolojiyê ya Rojava hatibû nivîsandin, wergerandin Îtalî. Danasîna pirtûkê li newala Val di Sûsa ya li Çiyayên Alpê ya bajarê Torînoyê hate kirin.    Çalakî ji aliyê Rette Jin û Komîteya Jineolojî ya Îtalyayê hate lidarxistin. Endamên Jineolojî Center ya Ewropayê danasîna pirtûkê kirin. Gundiyên li Newalê bi navê ‘Çiyayekî pirtûkan’ mîhrîcanek ji bo sê rojan amade kirin û danasîna pirtûkê di mîhrîcanê de hate kirin.    Di mîhrîcanê de baldariya li ser pirtûkê zêde bû û her wiha îmze jî hatin komkirin.