Li Qamişlo hefteya wêjeyê hat despêkirin 2022-05-29 15:47:00     QAMIŞLO - Bi  dirûşmeya  ‘Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye’ li Qada El-Burc a  Bajarê Qamişlo  ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  hefteya wêjeye  hat despêkirin. Hefteya Wêjeyî ji 28'ê Gulanê heta 2'yê hezîranê wê berdewam bike.    Li gorî bernameyê, dê bername li ser 3 mijarên sereke be;  wêjeya şoreşê, jin û wêje, rexne û rola wê di pêşketina wêjeyê de. Di çarçoveya van mijaran de wê semîner, panel, xwendina helbest û çîrok ji aliyê nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û wêjevanên Kurd û Ereb ve bên pêşkêş kirin. Rewşenbîr û wêjevanên li Kobanê û Şehba ji ber rewşa siyasî ya awarte wê tevli xebatê nebin.   Sê mijar hatin diyarkirin   Li ser navê dîwana wêjeya Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê Nerîman Evdikê di panelê  axivî û got: “Despêkî xêr hatina mêvanan dikim. Armanca me ew e ku me bi zimanê wêje û nivîskarên xwe re li ser wêjeyê bi hemû wêjevanan ra biaxivîn. Me di nava van 6 rojan de 3'ê mijar diyar kirin.  Wêjeya şoreşê, jin û wêje, rexne û rola wê di pêşketina wêjeyê de. Di çarçoveya van mijaran de dê semîner, panel, xwendina helbest û çîrok ji aliyê nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û wêjevanên Kurd û Ereb ve bên pêşkêş kirin.”   ‘Dil dixwest hemû hevalên me tevli bibin’   Endama Dîwana Wêjeyê  a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Botan Hûşen jî der barê dîwana panela Hefteya wêjeyê de nêrînên xwe parve kir û ev tişt anî ziman: “Ev demeke em wekê komîteyê, amedekariya vê çalakiyê dikin. Ev çalakî wê hefteyekê berdewam bike.  Li ser mijarên ku me diyar kirinê em ê nîqaş biken. Mijarên esasî,  wêjeya şoreşê, jin û wêje, rexne û rola wê di pêşketina wêjeyê de. Di çarçoveya van mijaran de dê semîner, panel, xwendina helbest û çîrokan ji aliyê nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û wêjevanên Kurd û Ereb ve bên pêşkêşkirin. Mevanê me ji Dêrazorê, Reqqa,  Tebx, Herêma Cizîr  û Minbiç hatinê. Ji ber rewşa siyasî  mevanê me ji Heleb, Şehba û Kobanê nikarin tevli bernameyê bibin. Ji ber nehatina wan hevalê xwe em gelek xemgînin, dil  dixwest hemû hevalê me ên wêjevan li vir amade bin. Armanca vê bernameyê hatina gel hev a wêjevanan bûn.”