1'emîn Mîhrîcana Ciwanên Enternasyonalîst wê li Almanyayê pêk bê 2022-05-26 12:02:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Lutzerath ê Elmanyayê wê Mîhrîcana Ciwanan a Enternasyonalîst bê lidarxistin. Komîteya Amadekar ji bo mîhrîcanê banga tevlîbûnê kir.   Bajarê Lûtzerath ê li eyaleta NRW a Elmanyayê 28'ê gulanê roja şemiyê wê malovaniyê ji Mîhrîcana Ciwanên Enternasyonalîst re bike. Yekemîn Mîhrîcana Ciwanên Enternasyonalîst wê di dirûşma "Têkoşînê bike yek-kapîtalîzmê hilweşîne' were lidarxistin.    Di mîhrîcanê de wê işaret bi têkoşînên antîkapîtalîst ên cîhanê bi taybetî jî ya li Rojava bê kirin. Mîhrîcan bi hevkariya LûtzerathLebt (Lûzerath Dijî) û Make Rojava Green Agaîn (Rojava jinûve şîn bike) tê lidarxistin. Tevî Tevgerên Ciwanên Kurd TCŞ û TÊKO-JIN wê gelek tevgerên antî faşîst, antî kapîtalîst û avhewayê yên Elman tevlî mîhrîcanê bibin.   Di mîhrîcanê de wê li ser rêxistiniya hevpar a tevgerên ciwanan axaftin bêne kirin. Her wiha hunermend Rêber Serhed, Dîlan Top, Koma Rewşen, Bandista, Nûarîn, Çetîn Oraner û koma Elman Sorah & Întare derkevin ser dikê. Koma govendê jî wê hunera xwe nîşan bide. Her wiha wê semîner, pêşangeh û atolyeyên graffîtî, hilkişandin, voleybol û satrançê jî hebin. Ji bo zarokan jî çalakiyên taybet di bernameya mîhrîcanê de hene.   Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Ciwanên Enternasyonalîst ragihand ku di bingeha pirsgirêkên mirovahiyê de kapîtalîzm heye û destnîşan kir ku li dijî sîstema heyî divê alternatîfek bê afirandin, ev jî bi yekbûna têkoşînan dibe û bi afirandina çanda berxwedanê dikare bê pêkanîn. Komîteya amadekar ji bo mîhrîcanê banga tevlîbûnê kir.