Hunermend Nudem Durak: Divê em xwedî li hev derkevin 2022-05-26 10:06:37     ŞIRNEX - Hûnermenda kurd Nûdem Durak a ku ji ber strana kurdî hatibû girtin, di telefona heftane ya bi malbata xwe re bi strana"Çiyayên me" piştevanî ji hunermendan xwest.    Hûnermend Nûdem Durak a ku ji bajarokê Dêrgulê yê bajarê Şirnexê ye, di sala 2015'an de ji ber ku bi kurdî stran gotibû ji 2 dozên cuda 19 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Nûdem Durak a ku bi  nexweşiya Graves (goitera jehrî) ketibû, di girtîgehê de xetereya wê ya ku dikare dengê xwe winda bike heye. Heta niha gelek  hûnermendên navdar ên weke Endamên koma muzîkê  ya Pink Floyd a Brîtanî Roger Waters li ser hesabên xwe yên civakî ji Nûdemê re azadî xwestibûn. Nudem a ku 6 sal in li girtîgeha Bayburt a tîpa M'yê girtî ye bi telefonê bi malbata xwe re hevdîtina heftane kir û bi strana "Çiyayên me" piştevanî ji hunermendan xwest.    Durak,di hevdîtina ku bi telefonê kir de diyar kir ku ew ditirse ku telên dengê wê zirarê bibîbin û got:" Ez bi gûmana ku dengê xwe winda bikim dijîm. Ji ber ku bîhna min diçike. Lê dema ku bala xwe didimê tip gelek pêş ketiye. Ger ku ez ji girtîgehê bêm berdan şensê min ê ku ez bikaribim bêm tedawîkirin  û rê li ber vê nexweşiyê bê girtin heye. Lê ku neyêm berdan û dereng bimînim, ditirsim ku êdî nexweşiya min pêş bikeve û nikaribe rê lê bê girtin. Ji ber vê yekê ez dixwazim di demeke nêz de bêm berdan. Ez dixwazim berî ku dengê xwe winda bikim derkevim."   'Bila Hunermend li hev xwedî derkevin'   Hûnermend Nudem,anî ziman ku tişta  ji wan re herî pêwîst piştevanî ye û ev bang kir:"Ya rast banga min ji hûnermendan re ev e, bila li hev xwedî derkevin. Herî kêm divê hunermend hewl bidin û  destên xwe bidin hev  ku bikaribin xwe bi rehetî îfade bikin. Ji xwe vê jî dikin. Çi em li derve bin, çi li hundir ferq nake, em dibînin ku çawa konser tên betalkirin û astengkirin.  Lê hunermendên li derve dîsa jî dikarin piştevaniyê bidin hûnermendên li hindur. Ew dikarin ji bo vê yekê hewl bidin û wê serkeftin ya wan be."   Hûnermend Nûdem,piştre bi  strana "Çiyayên me" piştevanî ji hûnermendan xwest.