Belgefîlma 'Nûjiyan' ji bo nîşandanê amade ye 2022-05-25 12:35:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Belgefîlma "Nûjiyan" ku li ser rojnameger Nûjiyan Erhan hatiye amadekirin, yekem car dê di 28’ê gulana 2022`an de li navçeya Xanesor a Şengalê cihê ku Nûjiyan Erhan lê birîndar bûye, bê nîşandan.   Têkoşîna rojnameger Nûjiyan Erhan bû belgefilm. Dê belgefîlm cara ewil di 28’ê gulanê de li bajaroka Xanesorê û di 29’ê gulanê de jî li navenda Şengalê paşê bê peşandan. Piştre jî dê li Hesekê di 17’ê hezîranê de bê pêşandan.   Belgefîlma "Nûjiyan" di sala 2019’an ve dest bi amadekariya xwe kiriye û di sala 2021’ê de temam bûye. Derhêneriya belgefîlma Nûjiyan, Jînda Asmen, pevxistin Zinarin Zinar, Jînda Asmen û lîstikvan Ferîde Zade dike. Belgefîlîm li ser têkoşer û rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di 3’yê adara 2017’an de bi êrişa pêşmergeyên Roj bi giran birîndar bû û 22’yê adara 2017’an jiyana xwe ji dest da hatiye amadekirin.    Nûjiyan Erhan ji bo ku ji birîna êzidî re bibe derman, li Şengalê gelek têkoşin daye û hovîtiya ku gel ji çeteyên DAIŞ’ê dît, bi çav, pênûs, lênûs û kameraya xwe belge kir û nîşanî tevahî cîhanê da. Îro careke din rêhevalên Nûjiyan Erhan, wê didin jiyîn ku belgefîlma bi navê "Nûjiyan" amade kirine û îro gel careke din wê bi çavên Nûjiyan êşa civaka êzidî bibîne.    Di belgefîlmê de meşa Nûjiyan Erhan ji Rihayê, heta çiyayên azad, Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê dê bîne pêşberên temaşavanan.