Li Helebceyê konsera awaz û stranan 2022-05-22 14:52:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helepceyê bi tevlibûna gelek hunermendan konsereke awaz û stranan hate dayîn. Konser heta derengiya şevê dewam kir.   Şeva din Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê, bi hevkariya peymangeheke Almanî, Fêrgeha Şinirwê û Koma Rezber Konsera ‘Hanî û Mang’ li baxê giştî yê Helebce konsereke awaz û stranan li dar xist. Gelek hunermendên di konserê de amadebûn, derketin ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin. Helebceyiyan eleqeyeke mezin nîşanî konsera stranbêjan da.   Hunermendên ku ji Ajansa Nûçeyan Rojnewsê re axivîn hestên xwe anîn ziman.   Hunermend Şaze Qadir a endama Fêrgeya Şinirwê ye, weke koma mûzikê bi sê stranên zarokan derket ser dikê û diyar kir  ku wan xwestine hunera xwe pêşkêşî gel jî bikin.   Her wiha hunermend Hanî Helepceyî jî kêfxweşiya xwe ji konserê anî ziman û dazanîn ku kêfxweşe ji ber xebatên wiha hunerî li Helebceyê tên lidarxistin.   Konserê heta derengiya şevê dewam kir.