Lîstîka 'Bêrû' di Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê de hat pêşandan 2022-05-21 14:23:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Di Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê de lîstîka bi navê "Bêrû" ya Teatra Jiyana Nû li Parîsê derket ser dikê.    Lîstika Bêrû di çarçoveya Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê de ku ji aliyê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), Enstîtuya Raman û Lêkolînên li ser Kurdistanê (IREK), Çand û Hunerê ya Kurdistanê, Komeleya (ACK) û Weqfa Danielle Mitterrand ve bi hevparî tê organîzekirin, li Şanoya Blanc Mesnil hat lîstin. Lîstika Dario Fo ya bi Kurdî ku rastî eleqeyek mezin hat, ji aliyê Teatra Jiyana Nû ya ku bi salan e di nava Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) de xebatên xwe dimeşîne, derket ser dikê.   Di çarçoveya Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê de, lîstikvanên lîstika ku tevlî mîhrîcanê bû, li bajarên cuda yên Fransayê bi Kurdistanê re hatin cem hev, li Şanoya Blanc Mesnil derketin ser dikê. Koma şanoyê ya ji welêt piştî demeke dirêj cara yekem bi temaşevanan re hat cem hev, kom ji sala 1991’ê vir ve li NÇM’ê lîstikan pêşkêş dike.   Lîstika "Teatra Jiyana Nû" ku gelek lîstikvanên wê hatin girtin û lîstikên wê hatine qedexekirin, bala temaşevanan kişand.   Tê çaverêkirin ku kom li deverên din ên Ewropayê jî lîstikan li dar bixe.   Mîhrîcan dê sibê ji saet di 14:00 de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê bi lokalîna dengbêjan berdewam bike. Festîvala ku wê di nava hefteyê de bi pêşangeha wêneyan, atolyeya zarokan, panela çandê û bi konserê fînalê bike, wê 28'ê gulanê roja Şemiyê bi dawî bibe.