Cîhan Yosef a çanda tevnê diparêze: Em parastina çanda xwe dikin 2022-05-17 09:02:46   Yara Kendeş   KOBANÊ - Tevn a ku berhemeke destan a gelekî kevnar e bi keda jinê hatiye parastin. Cîhan Yosef a ku heta dema îro jî çanda tevnê didomîne wiha got:"Ev nêzî 40 salî ye heye ez tevnê çêdikim. Me bi çêkirina tevnê debara xwe dikir. Ez pir hînî vî karî bûme û ez gelekî jê hez dikim. Nikarim jê qut bibim."   Tevî êrişên bişaftinê yên li dijî çanda gelan jî hunera destan, tevn heta roja me ya îro dewam dike. Tevn sîmgeyeke dîrokî ye û ji çanda kevnar maye. Bi tevna ku bi keda jinan hatiye heta asta îro hunereke mezin jî derketiye pêş. Jinan bi saya nexşên li ser tevnan ramanên xwe anîne ziman. Her nexşeyek xwedî navek û çîrokekê bû. Nexşê luleperê timî wekî karê mirovên zana hatiye dîtin.     Gêrêdayî vê mijarê li Kantona Kobanê bi parastina li ser çand û kenvneşopiyên Kobaniyê, Cîhan Yosef a ku ji Gundê Bûbanê yê li Kantona Kobanê ji ajansa me re nixandin kir.   'Me bi çêkirina tevnê debara xwe dikir'   Cîhanê di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ew ji zaroktiya xwe de li mala dayik û bavê xwe fêrî vî karî bûye û wiha got: "Ez biçûk bûm tiştê herî zêde bala min dikişand çêkirina tevnê bû. Di malbata min de kesekî mîna min ji vî karî hez nedikir bi rastî. Ev nêzî 40 salî ye heye ez tevnê çêdikim. Berê tiştên mirov li erdê raxe zêde tunebûn, ji ber vê me bi çêkirina tevnê debara xwe dikir. Me nemazilx çêdikir ji bo ku em li ser nimêj bikin. Ez pir hînî vî karî bûme û ez gelekî jê hez dikim. Nikarim jê qut bibim."   'Em parastina çanda xwe dikin'   Cîhanê di nava axaftina xwe de bal kişand ser jinên a niha di vê demê de ku pir kêm vî karî dikin û wiha lê zêde  kir: "Em weke jinên Kobanê, ji berê de bi her rengî parastina çand, ziman û kevneşopiyên Kobanê dikin. Ji ber ku em jinên qedîm in. Jinên niha piranî dev ji van karê wanî berdidin, dibêjin êdî rol û modeya xwe nemaye. Ez rojê ji 6 heya 7 saetan li ser kar dikim û hîç ez jê nawestim. Ez niha lîstik bi tevnê çêdikim. Lîstik jî ez bi darve dikim û amûrên dirûnê û çêkirina rîsê diximê. Ez niha alekê çêdikim û rengê tayê min jî kesk, sor û zer e. Her cure reng tê bikaranîn lê ez ji bo alê rengê kesk, sor û zer bi kar tînim."   'Ya girîng ew e ku heta niha min dev jê bernedaye'   Cîhanê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ev çand a Kobanê ya kevnar e û herî girîng ew e ku wê heya niha dev jê bernedaye û wiha dewam kir: "Di mala min de ez tenê vî karî dikim û tê de kedê didim. Ez ji berê de jê hez dikim, karê min vaya ye, berê xelkê giştî dikir lê ya niha ne wiha ye tu pir kêm dibînî jin vî karî dikî. Ez naterikîmin, her wiha tiştên ku ez niha çêdikim nadim firotan tenê didim hevalan û belavî gel dikim. Ez niha vê ala di dest xwe de ji hevalan re çêdikim. Lê ta buha ye, berê bi 15 hezarî bû niha biha bûye 25 hezar. Min pir tişt çêkir. Dema em ji Reqayê koçber bûn min pir tişt belav kir û da gel."   'Ez heta dawiyê li pey çand û nasnemeya xwe me'   Cîhanê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku hezkirina wê ji vî karî re pir mezin e û her çiqas karibe dê di vî karê xwe de berdewam bike û wiha dawî lê anî: "Ez heta dawiyê li pey çand û nasnemeya xwe me. Ez banga tevahî jinên cîhanê û bi taybet jinên kurd dikim ku vegerin çand û hunera xwe."