Li Rihayê pirtûkên nivîskarên di zindanan de hatin îmzekirin 2022-05-14 13:27:07   RIHA - Ji bo xwedîderketina li berhemên nivîskarên di zindanan de li Rihayê berhemên nivîskarên di zindanan de hatin îmzekirin.   Di çarçoveya bernameya îmzekirina berhemên nivîskarên di zindanan de bi pêşengiya PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê berhemên nivîskarên di zindanan de hatin îmzekirin. Bername li Eywana Perwerdehî ya Muhsin Melik a Serokatiya Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Rihayê pêk hat. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu tevlî bernamê bû.    Li Rihayê berhemên nivîskar Nurullah Tutal, Mehmet Durak Karak, Murat Turk, Mehmet Oztaş, Sînan Sutpak, Mahmut Yamalak, Ferhan Mordenîz, Mehmet Yavuz, Abdurrakîp Yuksekbag û Mahmut Aslan hatin îmzekirin.    Derbarê bernameyê de ji Komeleya Wêjekarên Kurd Zozan Gûlan axivî û got: "Li Amed, Êlih û Mêrdînê jî heman bername hatine lidarxistin. Em ji bo hemû nivîskarên di zindanan de rojên îmzeyê li dar dixin. Di her bernameyê de pirtûkên 10 nivîskaran tê îmzekirin."