Çalakiyên Cejna Ziman bi pêşandana xêza fîlma kurdî berdewam dike 2022-05-12 18:05:47   AMED - Di çarçoveya çalekiyên Cejna Zimanê Kurdî de ji bo zarokan li KASED'ê xêze fîlma kurdî hat pêşandan.   Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî  bi minasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî di navbera 8 - 16'ê Gulanê de çalakiyên cur bi cur li dar dixe. Îro jî li KASED'ê ji bo zarokan xêze fîlma bi zimanê kurdî pêşkêşkirin. Gelek zarokên bi taybetî li taxê dimînin beşdarî pêşandanê bûn û eleqeyek mezin nîşan dan.