Bi 'Dansa Dirama ya bi Sî' bal kişandin ser bipêkirinên mafan 2022-04-27 08:38:21     ŞIRNEX - Bi pêşengiya Şaredariya Silopiyê ji aliyê Komeleya Çand û Hûnerê ya Mezopotamyayê   lîstika bi navê “Dansa Drama ya Bisî” ku hat lîstin  bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan.   Bi pêşengiya Şaredariya Silopiyê ya Şirnexê bi taybetî ji bo jinan ji aliyê Komeleya Çand û Hûnerê ya Mezopotamyayê ve  bername hat lidarxistin.  Bername li Parka Ahmet Kaya ya li Taxa Nûrê hat pêşkeşkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, Hevseroka HDP'a Şirnexê Sabûha Akdag, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Hevşaredara Cizîrê ya li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Berîvan Kûtlû, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA),  rêvbirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek jin û zarok tevli bernameyê bûn.   Bername bi lîstika “Dansa Drama ya Bisî” dest pê kir. Di lîstokê de peyamên li dijî êrîşên li ser jinan têkoşîna jinê, êrîşên li ser jinên li girtîgehan û yekitiya jinan hatin dayîn.  Bername bi Koma Erbanê ya Jinan û Koma Oxirê Nemir ku ji zarokan pêk hat berdewam kir. Di bernameyê de bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.   ‘Jinan tu caran paş ve gav neavêtin’   Piştî bernameyê Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan axivî û bal kişand ser êrîşên li ser jinan û têkoşîna wan û û wiha got: “Em dizanin ku jinan tu caran paş ve gav neavêtine û wê tu car jî paş ve gavê neavêjin. Îro peyama me li vir da jî ev bû. Ji hemû hevalên ku keda wan di vê bernameyê de derbasbûyî re spasiyên xwe pêşkeş dikim.”   ‘Têkoşîna jinan didome’   Herî dawî Nûran Îmîr a HDP’yî axivî. Nûran jî bal kişand ser polîtîqayên taybet ên li ser jinêû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rola ku civaka baviksalar dide jinê, hebûna wê tune dihesibîne. Lê her tilîliyek her têkoşîneke jinan şoreşek e. van rolên li wan hatine ferzkirin qebûl nakin û li dijî van li ber xwe didin. Me gelek bedel dan lê tevî hemû êrişan jî em li ber xwe didin û têkoşîna xwe didomînin. Hişmendiya her carê êrişî me dike û destkeftiyên me tune dihesibîne wê bi bexwedana me re rûbirû bimîne.”   Piştî axaftinan bername bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.