FERAT-DER dixwaze xebatên Zimanê Kurdî berfireh bike 2022-04-15 09:02:51     Sema Çaglak   SEMSÛR - Komeleya FERAT-DER’ê ya ku li Semsûrê xebatên Zimanê Kurdî bi rêve dibe, bi armanca li dijî bişaftinê bi taybet ji bo ku ciwanan ji pêla bişaftinê rizgar bike hatiye avakirin. Ji Rêveberiya komeleyê Yeşîm Akgul, destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe yên ji bo ziman berfirehtir bikin û dê bi hev re zimanê dayikê ji xetereya tunebûnê rizgar bikin.   Li gel zext, înkar û polîtîkayên bişaftinê kurd xwedî zimanê xwe derdikevin û li herêmê ji bo ku zimanê xwe biparêzin û bi rêxistinî li dijî bişafitinê têdikoşin. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran xebatên ji bo ziman tên meşandin.  Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman ya Feratê (FERAT-DER)  ya ku li Semsûrê xebatên li ser ziman dimeşîne, di sala 2019’an bi armanca ku li dijî polîtîkayên bişaftinê bi taybet ciwana ji pêla bişaftinê rizgar bike hatiye avakirin. Têkîldarî xebatên FERAT-DER’ê ji rêveberiya komeleyê Yeşîm Akgul axivî.   ‘Me xwest em pêşiya polîtîkayên bişaftinê bigirin’   Yeşîmê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê kurd ji bo zimanê xwe bixebitin û zimanê xwe bigihîn hemû deveran. Yeşîmê wiha berdewam kir: “Komeleya me ji bo ku zarokên kurd bi çanda xwe mezin bibin û ciwanên kurd bikaribin çanda xwe bijîn hate avakirin. Di komeleyê de bi du zaravayên kurdî yên Kurmancî û Kirmanckî ders tên dayîn. Piştî kongreya komeleyê ku ez jî ji bo kar û xebatên li ser ziman hatim pêşniyarkirin,  ji bo ku hem zimanê xwe pêşve bibim hem jî parastina ziman û çanda kurdî bikim min dest bi xebatê kir. Li bajarê Semsûrê polîtîkayên bişaftinê di lûtkeyek mezin de ye û gelê kurd ji ziman û çanda xwe dûr dikevin. Ew polîtîka herî zede jî li ser ciwanan de heye û êdî demek piştre otoasîmîlasyonek dikeve dewrê.  Me jî xwest pêşiya vê polîtîkayê bigirin.”   ‘Têkoşîna me ji bo parastina zimanê berdewam e’   Yeşîm, diyar kir ku ew di hela zimanê de armanc dikin ku xebatên xwe berfirehtir bikin û derbarê xebatên komeleyê de wiha axivî: “Di çarçoveya xebatên komeleyê de em panel û cûrbecûr bernameyan li dar dixin. Pergala modernîteya kapîtalîst em ji zimanê me dûr xistine û wekî polîtîkayeke qirkirinê derdikeve pêşberî me. Lê têkoşîna me li dijî wê berdewam dike û em xebatên xwe li ser wî esasî didin meşandin. Dersen me dest pê kirin e. Rojên yekşemê ders tên dayîn. Bal û eleqe ji bo komeleyê heye lê divê ev eleqe zêdetir bibe. Divê li her bajarekî herêmê  xebatên di hêla parastina zimanê dayikê de hebin ku nifşê nû bikaribe berdewamiya zimanê me bigihînin pêşerojê.”   ‘Em ê zimanê xwe ji xetereya tunebûnê rizgar bikin’   Yeşîm, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê zêdetir iserar divê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mixabin êdî hinek malbat jî nema zimanê xwe hînî zarokên xwe dikin. Zarok jî ji derdora xwe bi bandor dibin. Her wiha ji ber ku li dibistanan zimanê tirkî zimanekê perwerdehiyê ye û zimanê kurdî ne zimanê fermî û perwerdehiyê ye, zarokên kurd ji  zimanê xwe dûr dikevin.  Lê zarok herî zede bi zimanê xwe yê zikmakî dikarin xwe îfade bikin û hayê me ji polîtîkayên qirkirina zimanê kurdî heye. Em dixwazin li Semsûrê pêşiya van polîtîkayên qirkirina ziman bigirin û em ji bo vê li vir in. Em li benda şagirên xwe ne. Divê emm xwedî li zimanê xwe derkevin. Bazara xwe bi zimanê xwe bikin, bi zimanê xwe bijîn û  bi hevre zimanê xwe rizgar bikin. Zimanê dayikê pîroz e.”