Di 14'emîn Mîhrîcana 4'ê Nîsanê de pêşangeha wêneyan 2022-04-02 10:43:51   MEXMÛR -14’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ku ji aliyê Qada Perwerdê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve hatî amadekirin bi vekirina pêşangehê wêneyan berdewam dike.   14’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîşî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) e ya ku ji hêla Qada Perwerdê ya wargehê ve hatî amadekirin didome. Mîhrîcan di 21’ê Sibatê de bi turnovaya futbolê dest pê kir û bi vekirina pêşangeha wêneyan berdewam dike.    Pêşengeha wêneyan piştî rêz girtinê hat vekirin. Xwendevan û mamoste tevlî pêşangehê bûn. Hêjayê gotinê ye ku di pêşengehê de gelek wêneyên balkêş hene. Her wiha pêşengeha wêneyan dê heta 4’ê Nîsanê vekirîbe.