Lîsa Çalan 'Xelata Rihê Sînemayê ya Salê' girt 2022-03-19 12:00:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Sînemavan Lîsa Çalan, di 26'emîn Mîhrîcana Filman a Kerala ya Navneteweyî de xelat girt û got: "Berxwedana jinên kurd ku li Rojavayê roleka giring dane li ser milên xwe, li dijî barbariya DAIŞ'ê veguherî manîfestoyeka nû ku ew manîfesto îro îlhamê dide hemû dinyayê."   26'emîn Mîhrîcana Fîlman a Kerala ya Navneteweyî li eyaleta Kerala ya Hîndîsanê pêk hat. "Xelata Rihê Sînemayê ya Salê " dan sînemavan Lîsa Çalan. Lîsa di nav çepikan de xelata xwe girt û xelata xwe diyarî kesên ku di komkujiya Pirsûs, Gara Enqerê û Amedê de hatin qetilkirin kir.    Lîsa hest û ramanê xwe wiha anî ziman:    "Berxwedana jinên kurd ev çil sal in hê jî potanselîya şoreşgerî ya jinê wekî mijara bingehîn a siyasî li dijî baviksalarî, bişaftin, qirqirina zayendî û tunekirinê diparize. Jinên kurd di vê berxwedanê da xwe ji nû ve ava kirin. Berxwedana jinên kurd ku li Rojavayê roleka giring dane li ser milên xwe, li dijî barbariya DAIŞ'ê veguherî manîfestoyeka nû ku ew manîfesto îro îlhamê dide hemû dinyayê.    Ez li ser axa qedîm ya Mezopotamyayê hatim dinyayê. Ez jineke kurd im ku welatê min hatiye perçekirin, zimanê min hatiye qedexekirin û li ser vê axê her tim şer, tundî û zext heye. Tevî van tişta, dîsa jî ez aşiqê sînema, huner û azadiyê me. Ev yek tenê ne ji bo min ji bo hemû gelê min giring e.    Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû jinên kurd, we gişan bi hurmet û hezkirin silav dikim.    Leyla Kasım, Sakine Cansız, Sevê-Pakîze-Fatma, Arîn Mîrxan, Rosa Luxsemburg, Simone de Beauvoir, Xwişkên Mîrabelan, Clara Zetkin, Plaza de Mayo, Dayikên Şamîyê, ew hemû jinên berxwedêr li dijî baviksalarî, her cure îstîsmara kedê, her cure tundîyê şer kirin.    Ez rêhelavên me bi rêzdarî bi bîr tînim. Bîranînên wan hê jî ji bo huner û sînemaya me wekî îlham in."