Di Mîhrîcana Fîlman a Kurdan de wê fîlmên sansurkirî jî cih bigirin 2022-03-16 09:08:23     Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê di navbera 24-29’ê Adarê de 2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Kurdan a Stenbolê pêk tîne. Endama Kolektîfê Hazal Gultekîn da zanîn ku wê di mîhrîcanê de fîlmên hatine sansurkirin jî cih bigirin û wê keda jinê jî bidin xuyakirin.   Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê di 2019’an de Yekemîn Mîhrîcana Fîlman a Kurdan a Stenbolê pêk anîn û îsal jî wê ya duyem pêk bîne. Mihrîcan wê di navbera 24-29’ê Adarê de pêk bê. Vekirin û girtina mîhrîcanê li Navenda Çanda Bajar a  Cemîl Candaş a Şîşliyê wê pêk bê. Nîşandana fîlman jî wê li Sînemaya CîneMajestîk a Beyoglu bê nîşandan. 28 fîlm wê bi nivîsên Kurdî û Tirkî bên nîşandan. Ji Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê Hazal Gultekîn der barê mîhrîcanê de ji ajansa me re axivî.   ‘Naxwazin rastiyê bi gel re bînin gel hev’   Hazalê bal kişand ser bêtehemuliya dewletê ya li hember zimanê Kurdî û got dewlet ewilê êrîşê çand, huner, dîrok û zimanê Kurdî dike û wiha vegot: “Pirsgirêkên hunera Kurdî jî girêdayê pirsgirêkên li welat tên jiyîn e. Ji bo vê hunermendên Kurd fîlmên dikşînin jî tên qedexekirin û dawî lê tên anîn. Hinek derhêner sansurê qebûl dikin û fîlman çêdikin lê nagihêjin gel. Ev aliyên tên sansurkirin jî rastiya gel in. Naxwazin rastî bigihêjin gel. Dewlet naxwaze navê Kurdan bê bihîstin. Em ê di mîhrîcanê de van bidin nîşandan.”   ‘Me berpirsyarî hîs kir’   Hazalê daxuyakirin ku ji bo sînemaya Kurdî mîhrîcan pir zêde tune ne û li bajarên Tirkiyeyê û Kurdan navên Kurdan di mîhrîcanan de cih nagirin. Hazalê wiha daxuyand: “Fîlmên me nagihêjin gel. Nayên nîşandan. Ji ber vê me ev mîhrîcan pêk anîn. Ji bo em xwe bigihînin hunermend û sînemavanên ciwan em fîlman pêşkeş dikin. Em ê fîlman bigihînin gel. Me xwe di vê mijarê de berpirsiyar dît. Em dixwazin keda dane bê nîşandan.”   ‘Em ê keda jinê bidin xuyakirin’   Hazalê destnîşan kir ku li Rojava jî li bajarên Kurdan ên li Bakur jî sînemavanên jin hene û keda wan nayên dîtin. Hazalê di vê mijarê de jî wiha got: “Sedema vê jî zîhniyeta serdest a mêr e. Em di esasa bawerî û îdeolojiya xwe de hildiberînin lê pêşiya jinan tê girtin lê ya ku pêşiya me veke keda jinê ye. Di fîlman de zêde cih nadin karekterê jinan. Ji ber vê em dixwazin temsiliyetê ava bikin. Em dixwazin di sînemaya Kurdî de cihê jinan bê dîtin.”   Ji bo mîhrîcanê bang   Hazalê di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Serlêdanên mîhrîcanê pir zêde bûn. Gelek kesên ku dixwazin fîlmên wan bê sansurkirî bê nîşandan hene. Her wiha me ji derhênerên ku dixwestin fîlmên wan di mîhrîcanê de cih bigire jî tevlibûn pêşniyar kir. Ew jî tevlî bûn. Em bi hêvî ne. Em ê mîrateya hunerê ji zarokên xwe re bihêlin. Em hemû gelê xwe dipên mîhrîcanê.”   Bernameya fîlman wiha ye:   *Fîlmê vekirinê: Kurdên Êzidî 24’ê Adarê saet: 19.00 Konser:Koma Aryen Kokteyl   Di 25’ê Adarê de li  salona sêyem fîlmên tên nîşandan:  *Casime Celil- 56 Saet: 15.00 *Brîndar im-28 / Wejine Perperoke-18 / Pele-13 25’ê Adarê saet: 17.00 *House Without Roof-102 Saet: 19.00   25’ê Adarê fîlmên li salona duyem tên nîşandan:  *Çîroka Tribuneke-27/ Will Wait-11/ Çerx-14 Saet: 13.00 *Çûyîn -63 Saet: 17.00 *Landless-76 Saet: 17.00   26’ê Adarê fîlmên li salona sêyem tên nîşandan: *13 May-24/ Rewşen-12/ Sar-18 Saet: 13.00 *Landless 76 Saet: 15.00 *Çûyîn 63 Saet: 17.00 *Walnut Tree 105 Saet: 19.00   26’ê Adarê fîlmên li salona duyem tên nîşandan: *Nanî Pîroz 54 Saet: 13.00 *Casime Celil 56 Saet: 15.00 *Sidik û Panter 83 Saet: 17.00 *House Without Roof 102 Saet: 19.00   Di 27’ê Adarê de fîlmên li salona sêyem tên nîşandan: *Room- 14/ Suçlulular-24/ Gola Cinan 15 Saet: 15.00 *Walnut Tree 105 Saet: 17.00 *Evîn Di Ruyê Qirkirine De- 52 Saet:19.00   27’ê Adarê fîlmên li salona duyem tên nîşandan: * Evîn Di Ruye Qirkirine De- 52 Saet: 15.00 *Şiwenpence-12/ Alf Leila Wa Leila 17/ Pathway-15/ A Voice From Far Away-8 Saet: 17.00 *Sidik û Panter-83 Saet: 19.00 28’ê Adarê saet: 11.00-16.00 Foruma Sînemaya Kurd   29’ê Adarê fîlmên li salona duyem tên nîşandan: *Namo Saet: 20.00