Li Cezayîrê çalakiyên cihêreng ên hunerî dest pê kirin 2022-03-08 12:00:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Cezayîrê jinan cih dan çalakiyên cihêreng ên hunerî. Ev xebat dê heta 10'ê Adarê bidomin.   Li Cezayîrê bi mûnasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kovara "La Place" ku tê de behsa hunera jinan, qetilkirinên li Cezayîrê û têkoşîna jinan dike. Kovara "La Place" behsa hunera jinan, qetilkirinên li Cezayîrê û têkoşîna jinan di dirêjahiya dîrokê de û heya roja îro dike. Her wiha wê li Wehran jî di 9 û 10'ê Adarê de mîhrîcana yekem a fîlmên jinan dest pê bike.   Dê mijarên hejmara dûyemîn a kovara Nîvsalane a "Ez û ew" ku ji aliyê rojnamevan Jacline Perino û Emine Mûsa ve tê amadekirin jî li ser huner û civaka 5 welatên Mexribî be ku dengê jinên Mexribê bike yek û daxwazên wan ragihîne.   Di Şanoya Neteweyî ya Cezayîrê de rola jinan   Wê 8'ê Adarê di Şanoya Neteweyî ya Cezayîrê de şanoya Îspanî ya Elena Jadel "Deng" û Marta Robelez "Kompozîsyon, gitar û koro" bi serenavê "The Women of my life, Las Mujeres de mi vida" jî bên nîşandan.   Li Parêzgeha Wehranê ya Cezayîrê bi destpêkirina rojên destpêkê yên fîlmên jinan ên ku dê di 9 û 10'ê Adarê de li peymangeha Fransa ya li Wehranê were organîzekirin, Roja Jinên Cîhanê jî were pîrozkirin.   Her wiha wê di pêşandana filîman de balê bikşînin ser derhênerên Cezayîrî û fîlmê "Heyat min Eltecarub" yê derhîner Zelîxa Tahir. Her wiha civîn û koxebat bi pêşengiya lîstikvan, hûnermend, derhîne û pisporên sînemayê yên wekî Sabrina Boukhrassa û Sonia Ahno dê werin lidarxistin