Li Silêmaniyê jinên astengdar pêşangehek vekirin 2022-03-03 14:28:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê jinên astengdar pêşangehek a berhemên dest ên weke cilêbergên kurdî vekirin.   Li Silêmaniyê astengdarên jin pêşangek taybet a berhemên destê jinan vekirin. Pêşange ji aliyê Yekîtiya Kêmendamên Kurdistanê ve hate organîzekirin. Di pêşangehê de 10 jinên astengdar berhemên xwe pêşan dan.   Di pêşangehê de, cilûbergên kurdî, bazin, ristik, kofî, êlek û hwd ên ji aliyê jinan ve hatin çêkirin hatin pêşandan.   Jina astengdar Necîbe Celal a ku bi berhemên xwe tevlî pêşangehê bûyî ji Rojnews’ê re axivî û got: “Ji ber vê pêşangehê gelek kêfxweş im. Ji ber ku ji bo me alîkariyek gelek baş e. Girîngiyek zêde heye. Berhemên ku em çêdikin eger li bazarê pere jî neke, em pê dilxweşin.”   Necîbe Celal têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jî wiha axivî: “8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz dikim. Daxwaza min ew e ku jin bêhêvî nebin. Ked bidin, ji bo ku çavê wan ne mîne destê ti kesî.”   Wê pêşangeh sê rojan berdewam bike. Di saet 11.00’an were vekirin û heta saet 23.00’an vekirî bimîne. Wê dahata wê ji bo jinên astengdar be.