Li Lozanê rojnivîskên Gurbetellî Ersoz hatin pêşandan 2022-02-18 13:30:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Muzexaneya Hunerên Xweşik a Kantona Vaudê, rojnivîskên Gurbetellî Ersoz ku li ser keviran hatiye neqişandin, hatin pêşandan.    Muzexaneya Hunerên Bedew a Kantona Vaudê (MCBA) ku li bajarê Lozan a Swîsreyê ye, bi pêşangeha xwe ya kolektîf a "Résister, encore" (Hîna, Berxwedan) re gelek cureyên berxwedanê yên li deverên cîhanê pêşkeşî hunerhezan dike. Di pêşangehê de her wiha pirtûka rojnamegera kurd Gurbetellî Ersoz a bi navê “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqş kir” jî hat pêşandan.    Pirtûk, di navbera salên 1995-1997’an de hatiye nivîsandin û ji rojnivîskên Gurbetelliyê pêk tê. Rojnivîsk li ser keviran hat neqşkirin û di pêşangehê de hat pêşandan. Berhem, ji 145 parçeyan pêk tê, bi bilindahiya 9 mîtroyane û 2 tonan jî giran e. Berhem, ji rojnivîskên Gurbetellî yên di navbera 27’ê tîrmeha sala 1995’an heta 8’ê cotmeha sala 1997’an pêk tê.    Eleqeyeke mezin bo pêşangehê hat nîşandan. Ligel malbata Gurbetellî, hevalên wê, gelek hunermend û siyasetmedar jî beşdarî pêşengehê bûn.  Pêşangeh dê heta 15’ê gulanê jî berdewam bike.