Newaya Jin bi manşeta 'Pêşî li ronesansa kurdan nikare bê girtin' derket 2022-02-01 09:06:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Newaya jin di hejmara xwe ya nû de bi manşeta "Pêşî li ronesansa kurdan nikare bê girtin" derket pêşberî xwîneran.    Hejmara meha Sibatê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Pêşî li ronesansa kurdan nikare bê girtin" hate weşandin. Di hejmara Sibatê ya rojnameyê de rojevên Başûr û Îranê, polîtîkaya dewleta tirk a li ser zindanan, qirkirina jinê, xizankirina jinê, biyografiyên jinên berxwedêr û serpêhatiya sînemaya kurd hatin nirxandin.   Ji berdevkên Însiyatîfa Navneteweyî ya "Azadî ji Abdullah Ocalan re - Aştî li Kurdistanê" Havîn Guneşer tecrîda li Îmraliyê ya 23 salan, biryara 'Mafê Hêviyê' yê Konseya Ewropayê, siyaseta hegemon, pozîsyona saziyên DMME, Konseya Ewropa û CPT û kampanya 'Dem dema wê ye' nirxand.   Ji nivîskarên rojnameyê Nîlufer Koç jî bal kişand ser rola rêbertiya sedsala 21'ê ya Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku êrişên navneteweyî ji ber vê rolê ye.   Rojnamevan û aktîvîstên ji Îtalya, Katalonya û Arjantînê li ser cihê Abdullah Ocalan di jiyana wan de ji Newaya Jin re axivîn û gotin, Abdullah Ocalan ne tenê rêbereke, ew fikrekî ku azadiyê pêkan dike.   Hêja Zerya peyamên çalakiya Viyan Soran bi bîr xist, ku li dijî tecrîd û dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir.   Yek ji sernavên girîng ên rojevê, rewşa girtiyan li Girtîgehên Tirkiyeyê, di hejmara nû ya Newaya Jin de bi berfirehî hate nirxandin.   Rojnamevan Roza Metîna detayên li ser binpêkirina mafên girtiyên nexweş parve kir û got, "Girtiyên nexweş wijdanê civakê ye." Lewma jî banga xwedîderketina li wijdanê civakê kir.   Rojnamevan Nûrhak Gulbahar di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Nakokiya dîrokî, sûcdarê demê" balê dikişîne ser hevalbendiya PDK'ê ya bi dewleta tirk re û kiryarên wê yên li dijî kurdan.   Rojîn Hêja jî detayên li ser rojeva Îran/Rojhilatê Kurdistanê parve kir û polîtîkayên rojane yên rejîma mola ya bi serkêşiya Îbrahîm Reîsî yên li dijî jinê û civakê nirxand.   Stara Ezda jî ji bo bîranîna Ezda Serhildan (Zûhat Tûnçî) nivîsî ku 4'ê Mijdara 2019'an li herêma Til Temirê ya Rojava jiyana xwe ji dest da.   Di hejmara Sibatê ya Newaya Jin de beşa duyemîn a çîroka Dayê Xunav hate weşandin, ku ji aliyê Rojbîn Denîz ve hatiye amadekirin û beşa wê ya destpêkê di Mijdara 2021'ê de hate weşandin. Di gotarê de qala çîroka Dayê Xunav tê kirin ku ji fermana DAÎŞ'ê rizgar bûye.   Di rûpela Jineolojiyê de proje û karên Komîteya Herêmê ya Jineolojiyê ya Katalonyayê hate vegotin.   Di kategoriya çand û hunerê de Bêrî Dêrsimî rola sînemayê û pêvajoya pêşketinê ya sînemaya kurd nirxand.   Di rûpelên portreyê de jî biyografiyên Bîbî Xanima Esterabadî û parêzvana mafên mirovan a Îranî (girtî) Nasrîn Sotoûdeh hate weşandin.   Hejmara nû ya Newaya Jin li ser vê malpera înternetê dikare bê peydakirin:   www.newayajin.net