Dengbêj Fadîle Ateş: Kulê dilê dayikên kurd gelekî giran e 2022-01-29 09:01:11   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Fadîle Ateş a ku bi çanda denbêjiyê mezin bûye, di 6 saliya xwe de dest bi gotina klaman kiriye. Ji bo Fadîleyê xwedî derketina li çanda denbêjiyê girîng e û got: "Kulê dilê dayikên kurd gelekî giran e. Ez jî hewl didim ku êş, qehr û zilma ku hatî kêşandin bi klaman bînim ziman. Ji ber vê yekê klam li ser zimanê min nakevin erdê."   Dengbêjî kevneşopiyeke Gelê Kurd e. Kurd her tim şer, serhildan, dîrok, çîrok, êş û kulên xwe bi rêya klaman vegotiye. Bi saya klamên dengbêjan dîroka ku nehatî nivîsin zîndî maye. Fadîle Ateş a 65 salî li Silopiya Şirnexê dijî û bi çanda denbêjiyê mezin bûye. Hêj di 6 saliya xwe de dest bi gotina klaman kiriye. Fadîle jiyana xwe û denbêjiya xwe ji ajansa me re anî ziman.    38 sal beriya niha dev jî koçeriyê berdan    Fadîleya ku bi eslê xwe ji gundê Nerexê ya navçeya Silopiye, di nav malbatek welatparêz û koçer de tê dinê. Fadile bi malbata xwe re havînê berê xwe daye zozanan û zivistanê jî berê xwe daye deştê. Ji bo Fadîleyê jiyan çiqas zehmet be jî xweş e. Fadîle di 16 saliya xwe de dibe berdêliya birayê xwe. Di 16 saliya xwe de berpirsyariya malê digire ser milê xwe. Heman jiyana koçeriyê piştî zewicandinê jî didome. 38 sal beriya niha ji ber zextên dewletê Fadîle û malbata wê dev jî koçeriyê berdidin.    ‘Ligel karê malê ez pez jî xwedî dikim'    Fadîle, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser kar û barê malê. "Xeynî kar û barê malê ez pez jî xwedî dikim. Di biçûktiyê de di nav pez de bûm, ji ber vê min ji xwedîkirina pez fêm dikir. Bavê min tedawîkirina pez nîşanî min dabû. Dema lingê pez dişkê ez dikarim tedawî bikim û gelek kes ji bo tedawîkirinê pezê xwe tînin cem min. Her wiha ji bo debara malê jî em şîr, mast û penîr çêdikin û difroşin. Belê karê me zehmet û zor e lê jiyaneke xweş e."    ‘Ez bi klamên dengbêjan mezin bûm'    Fadîle, destnîşan kir ku pîrik, bav, ap û jinmamekê min dengbêj bûn û wiha axivî: "Dapîr û kalikê min tim behsa qirkirina ermeniyan dikirin. Ji ber vê jî her tim klamên wan ser şer û êş ê bûn. Min di zarokatiyê de guhdarî dengê pîrik, bav, ap û jinmama xwe dikir. Gelekî kêyfa min dihat û ez ji wan gelekî tişt hîn bûm. Ji xwe berê televîzyon tunebûn. Êvaran şevbihêrk dihatin lidarxistin. Carna jî gramofon vedikirin û me klamên dengbêjan guhdar dikir. Ez bi dengê Îsa Berwarî, Ayşe Şan, Meyrem Xan, Fatima Îsa û dengbêjên din mezin bûm. Her wiha bavê min û pîrika min helbestan jî dixwendin. Ez dengbêjî û helbestan ji wan fêr bûm."   'Gotinên min nehêle li vê erdê...'   Fadîle, diyar kir ku klam û helbest bandorê li tevahiya jiyana min kir û got: "Mamek min ji min re digot 'Guhê xwe bide gotinên min nehêle li vê erdê, bixe pexela xwe û bike serê xwe’. Min gelek mereq dikir çima wisa dibêje û min jî bavê xwe pirsî. Bavê min jî got 'Wan gotinan fêr bibe û li cem xwe veşêre, dê rojekê ji te re lazim bibe’. Li ser vê yekê min jî guh dida gotin, klam û helbestên wan. Min bi taybetî guhdariya çîrokên bavê xwe dikir. Min jî di 6 saliya xwe de dest bi gotina klaman kir. Malbata min gelekî pê kêyfxweş dibûn û gelek caran jî pê hestiyar dibûn."    'Kulê dilê dayikên kurd gelekî giran e'    Fadîle, da zanîn ku êş, qehr, kul û zilma dinê bi klaman tîne ziman û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li dinê kurd gelekî êş û qehrê dikişînin. Ligel ew qas êş û qehran dîsa jî ser hişê xwe mane. Ez jî hewl didim ku êş, qehr û zilma ku hatî kêşandin bi klaman bînim ziman. Îro Cenga giran li ser milê keç û xortên me ne. Ev keç û xortên me ji bo gelê xwe li hemberî tang, top û çekên kimyewî li ber xwe didin. Berê çawa zilm û îşkence hemû û îro jî bi heman awayî berdewam dike. Ez bûm dayika kul û derdan. Ji ber vê yekê klam li ser zimanê min nakevin erdê. Ez gelek caran di nav rondîkan de dilorînim. Dema ez bi klaman hestên xwe neynim ziman ez pê diêşim. Kulê dilê dayikên kurd gelek giran e.”   ‘Divê em xwedî li çanda xwe derkevin’   Fadîle, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez dixwazim her çar parçeyê Kurdistanê xwedî li çanda xwe derkevin. Dema kurd dest bidin hevdû kesek nikare li hemberî wan raweste."