Jinên derhêner bi objektîva xwe li dijî hişmendiya mêr derdikevin 2022-01-23 09:01:34     Sema Çaglak   AMED - Di qada sînemayê de jin li dijî têgehên zayendperest û hişmendiya serdestiya mêr derdikevin. Derhênerên jin diyar kirin ku ew dixwazin fîlmên ku bi perspektîfa jinan hatine çêkirin bigihînin hemû jinên cîhanê.   Qada sînemayê jî wek qadeke têkoşîn û berxwedanê ye. Bi taybetî jî di qada sînemayê de derhênerên jin li dijî têgehên zayendperest û hişmendiya serdest a mêr têdikoşin. Di navbera dîrokên 15-16’ê Çiê de Komeleya Jinan a Rosayê di çarçoveya projeya "Merîdyenên Xemrî" ya bi hevkariya şîrketên Ovni Barselona û Îtalya Streemthings hatiye amadekirin û Eurimages jî piştgiriyê didê, li Amedê fîlmên derhênerên jin pêşkêş kirin. Di bernameya ku 18 fîlmên jinan hate pêşandan de, di heman demê de li ser qada sînamayê û jinê jî nîqaşên li ser jinan bi jinan re hatin kirin.    Derhêner Lîsa Çalan û Elîf yîgît ku fîlmên wan hate pêşandan li ser qada sînemayê û fîlmên xwe axivîn.   ‘Projeyek kollektîf e’   Lîsa Çalan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser projeya “ Merîdyenên Xemrî” û diyar kir ku ev cara yekemîn e  projeyek bi vî şiklî ji aliyê Ewropayê ve hatiye qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev demek dirêj e di qada sînemayê de bi taybet ji bo jinan proje tune bûn. Hem ji ber polîtîkayên dewletê hem jî ji ber şert û mercên li Tirkiyê ev proje ji aliyêEwropayê vê carê hate qebûlkirin. Di vê projeyê de hem fîlmên jinên kurd, hem jinên katalan, hem jî jinên îtalyan û hem jî yên jinên tirk cih digirin. Bêguman ev ne wê tenê li welatekî neyên pêşandan. Dê li 3 welatên din jî werin pêşandan. Em jî parçeyek ji vê xebatê ne. Jixwe me çû bi jinên katalan û îtalyan re hevdîtinan pêk anî. Em armanc dikin ku di pêşerojê de jî em xebatên bi vî rengî bikin. Li ser van nîqaşan me ev projeyê pêş xist. Jixwe ev proje hê nû ye. Wê ev xebatên me yên di vî warê de berdewam bikin.”   ‘Em dixwazin fîlmên me bigihêjin hemû jinên cîhanê’   Lîsa anî ziman ku qada sînemayê û qada hunere bi hişmendiya mêra tê birêvebirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêvajoya niha de ji ber pirsgirêkên polîtîk em nikarin xwe bigihêjînin dinyayê û bi taybet nikarin xwe bigihêjînin jinan. Em dixwazin fîlmên me ne tenê bikevin pêşbirkê. Em armanc dikin ku fîlmên me li her dever û qadên cîhanê werin pêşandan. Tenê armanc ew e ku çîrokên berxwedêr, trajik an jî di kîjan mijaran de be jî, fîlmên ku bi perspektîfên jinan  hatine kişandin bigihêjin hemû jinên din.”   ‘Di nav hilwêşandinê de hêviya zarokek’   Derhêner Elîf Yîgît jî li ser fîlma xwe ya “ Lîstîkên bêsînor” ku di mîhrîcana fîlman de hate pêşandan axivî û got: “2 heb belgefîlmên min hene. Hebek bi navê Heskîf ku di sala 2020'î de min ew qedandibû ye. Ya din jî di sala 2019 an de kurtefîlmek ya bi navê “Lîstikên bêsînor” e. Lîstîkên bêsînor di vê projeye de cih girt. Di vî fîlmî de bi piranî li ser zarokan tê sekinandin. Di vî fîlmî de bahsa zarokek ku piştî şerê DAÎŞ’ê ji Tirkiyê diçe Kobanê tê kirin. Li wir zarok di nava hilwêşandinê de jiyana xwe berdewam dikin. Ango şêwazê jiyana xwe ya berê berdewam dikin. Bi hevalên xwe re dîsa lîstikan dilizin. Ew zarok li bakûr jî pismamê wê heye dixwaze wî bibîne. Lê belê ji ber ku di sînor de dîwar hatiye honandin nikare wî bibîne. Lê hêviya zarokê tu carî naqede û dibêje wê rojek ew sînorên di navbera wan de bê hilwêşandin. Min jî di wê navberê de ji wan mijaran xwest ku ez vî fîlmî bikşînim. Ji ber ku ez jî ji sînoran hez nakim. Min di jiyana wê zarokê de xwe dît û Gelê Kurd dît.”   ‘Di sînemayê de nêrîna jinê’   Elîf, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pêvajoya kêşandinê fîlm de tişta ku herî min bibandor kir kincên ku di nav kêlîyên hilwêşandinê de hatibûn wergirtin bû. Ji ber ku di nav ewqas rewşa şer û hilwêşandinê de hêviyek xurt û bêdawî dihat nîşandan. Ew jî nîşan dide ku wê gelek tişt derbas bibin. Di gelek deverên cîhanê de mîhrîcanên fîlman tên pêşandin. Lê belê di wan de bi piranî filmên mêran tên pêşandan. Lê di vê projeyê de fîlmên jinan tên pêşandan û ew jî xwedî wateyek girîng e. Ji ber ku di qada sînemayê de jinê herî baş dîsa jin dikare bide pêşandan. Cihgirtina di vê projeyê de kêfxweşiyek mezin e.”