Berhemên nivîskarên di zindanan de hatin danasîn 2022-01-20 10:07:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd berhemên 5 nivîskarên di zindanan de hat danasîn û li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd hat parvekirin.   Di çarçoveya xebatên hevpar ên li ser xwedîderketina berhemên nivîskarên di zindanan de bi pêşengiya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bernameya duyem a nivîskarên di zindanan de li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd hat weşandin. Bi pêşkêşkirina Roza Metîna berhemên 5 nivîskarên di zindanan de hatin danasîn. Her wiha li ser kurtejiyana wan jî hat rawestandin.    Piştî çalakiya îmzeyê berhem tên danasîn   Di çarçoveya xebatên hevpar ên PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê de di 16'ê Çileyê de roja îmzeyê ji bo 10 nivîskarên di zindanan de hat lidarxistin. Piştî bernameya îmzekirinê berhemên nivîskaran bi rêya bernameya zoomê tê n danasîn û piştre li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd tê weşandin. Di bernameya duyem de berhemên nivîskar Fecrîye Benek, Rojbîn Perîşan, Mem Farqînî, Cengîz Eker, Nezîr Çakan hatin danasîn. Bi bernameya sêyem a nivîskarên di zindanan de jî dê berhemên nivîskar Evdê Cano, Mahir Bagok, Delîl Payiz, Yaşar Aslan, Îlhan Dayan bên danasîn.    Ji ser vê lînkê dikare li bernemayê bê temaşekirin:    https://www.youtube.com/watch?v=_ABdRJvXpqc