Li Komelaya Jinan a Rosayê fîlmên jinan hatin pêşandan 2022-01-15 15:45:42   AMED - Komeleya Jinan a Rosayê di çarçoveya projeya "Merîdyenên Xemrî" de fîlmên derhênerên jin pêşkêş kir. Pêşiya nîşandana fîlman panelek bi mijara jin û sînema hat lidarxistin. Derhênerên jin gotin: "Divê em li dijî êrîşên zayendperest a li hemberî jinên ku di qada sînemayê de cih digirin têkoşîna xwe mezin bikin."    Komeleya Jinan a Rosayê  bi çarçoveya projeya "Merîdyenên Xemrî" ya bi hevkariya şîrketên Ovni Barselona û Îtalya Streemthings hatiye amadekirin û Eurimages jî piştgiriyê didê, li Amedê fîlmên derhênerên jin pêşkêş kirin. Di projeya ku bi beşdariya jinên ji Îspanya, Îtalya û Tirkiyeyê hatiye amadekirin de armanc ew e ku fîlmên jinên derhêner bêtir bên dîtin û çîrokên jinan di nava hunerê de bên nîşandan.    Bername bi hevkariya Navenda Çandê ya Mordemê hat pêşkêşkirin. Dê di çarçoveya çalakiyê de bi tevahî 16 fîlmên mijarên wan li ser jinê bên pêşkêşkirin.   'Hatina li cem hev girîn e'    Bername bi panelê dest pê kir. Moderatoriya panelê ji hêla Rûken Erguneş ve hat kirin. Rûken di destpêka axaftina xwe de behsa projeya Merîdyenên Xemrî kir û got: “Di vê projeyê de gelek kedên mezin ên jinan heye. Em îro hemû jin ligel hev in û ligelhev hatina me xwedî wateyek gelek girîng e. Ji hemû jinên ku di vê projeyê de cih girtine û ked dane sipasiya wan dikim.”   ‘Sektora sînemayê gelek zayendperest e'   Derhêner Elîf Yîgît jî di panelê de bal kişand ser beşdarbûna jinan a beşa sînemayê û wiha axivî: "Jin dema di qada sînemayê de cih digirin bi têgehên zayendperest re rûbirû dimînin. Di gelek projeyên sînemayê de fîlmên jinan pir kêm in. Lê di vê projeyê de tenê fîlmên jinan cih digire. Ew jî gelek bi wate û kêfxweşiyek mezin e. Mixabin piyasaya sînemayê gelek zayendperest e. Di sînemaya de jin ji du aliyê ve têkoşîn dide. Hem ji bo çand û dîroka xwe hem jî ji bo nasnameya xwe têkoşîn dide. Di sînemayê de piranî derhênerên mêr in. Lê belê mijara jinê bêtir derhênerên jin dikare bîne ziman. Min di pêvajoyê xwendinê de jî gelek têgehên zayendperest re rûbirû hatim.”    ‘Jin têkoşînek hevpar didin’   Dûvre derhêner Gulîz Saglam axivî û anî ziman ku jin di her qadên jiyanê de pêşengtiyê dike û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Jin rengê xwe di her qadên jiyanê de dide nîşandan û têkoşîna xwe bênavber berdewam dike. Jin hertim di civakê de bûye pêşeng û niha jî di vê pêvajoyê de pêşengtiyê dike. Ev proje gelek bi qîmet û bi nirx e. Min di salên 90'î de dest bi sînemayê kir. Wê çaxê di qada sînemayê de jin hema hema tune bûn. Di qada sînemayedê de zayendperestiyek pir mezin hebû. Lê belê niha jin ji bo wê têkoşîn tê dayîn û gavên mezin hatiye avêtin. Jin êdî bi tenê têkoşînê nadin, têkoşîneke hevpar didin. Ew jî gelek bi qîmet û girîng bû. Divê em çand û dîroka xwe ji bo nifşên nû re ragihînin."    ‘Qada sînemayê berpirsyariyeke mezin dixwaze’   Derhêner Ahu Ozturk, destnîşan kir ku qada sînemayê berpirsyariyeke mezin dixwaze û wiha bi lêv kir: “Min jî di salên 90'î de dest bi vê beşê kir. Li Navenda Çand û Mezopotamyayê re dest bi xebatê kir. Di van salan de gelek cudahiyên hem aliyê polîtîk hem jî aliyê çandê ve rûbirû hatim. Di qada sînemayê de gelek ceribandin û hewîldanên min çêbûn. Ligel vê rastiyê ez bi zext û astengiyên curbicur re rûbirû mam. Lê tevî van yekan min negot bes e û min her tim têkoşîna xwe berdewam kir. Qada sînemayê berpirsyariyeke û kedekê mezin dixwaze. Di sînemayê de jin her çiqas zehmetî bijî jî xwedî rolekê girîng e."    ‘Divê di vê qadê de nîqaşên berfirehtir were kirin’   Derhêner Lîsa Çalan jî ceribandinên xwe yên Ewropayê parve kir û diyar kir ku sînemayê kurdî li Ewropayê tê şopandin û wiha got: "Mixabin di her qadê de li hemberî jinan êrîşên mezin hene. Qada sînemayê jî bi awayekî wisa dikeve pêşberî me. Divê em jî li dijî van êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin û nîqaşên xwe yên di vê aliyê de berfirehtir bikin.”   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.   Piştî panelê fîlm hatin nîşandan.