Li Amedê ji bo zarokan şahiya serê salê 2022-01-13 16:12:30   AMED - Komeleya Renga Renk Umutlar (Hêviyên Rengîn) û Mordem Huner, bi boneya serê sala ku ji aliyê kurdan  ve tê pîrozkirin li navçeya Sûra Amedê ya dîrokî şahiya ‘Serê Salê’ li dar xistin   Komeleya Renga Renk Umutlar û Mordem Huner, bi boneya serê sala ku ji aliyê kurdan ve tê pîrozkirin a13’ê çileleyê de li navçeya Sûra Amedê ya dîrokî şahiya ‘Serê Salê’ li dar xistin. Di bernameyê de mamoste û rêveberên komeleyê cil û bergên kurdî li xwe kirin. Her wiha rûyên zarokan hate boyaxkirin û gelek zarokan jî cil û bergên kurdî li xwe kirin.   Di destpêka şahiyê de zarok li avahiya komeleyê li hev civîyan û ji wan re çîrokên bi kurdî û stranên kurdî hatin gotin. Piştî vê yekê ji bo zarokan bi minasebeta serê salê dîyarî hatin dayîn.   Zarok û endam û mamosteyên komeleyê ketin nav taxên Sûrê meşiyan û sersala gel pîroz kirin. Girse ji hela gel ve bi coşekê mezin hate pêşwazîkirin. Bername bi stranên kurdî û gerandina govendê bi dawî bû.