Dê ji bo nivîskarên di zindanan de li Mêrdînê roja îmzeyê bê lidarxistin 2022-01-11 13:38:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Dê ji aliyê PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ve li Mêrdînê roja îmzeyê ya nivîskarên di zindanan de bê lidarxistin. Ji bo roja çalakiya îmzekirina pirtûkên nivîskarên di zindanan de ku wê li bajarên cuda bê lidarxistin banga beşdariyê hat kirin.    Bi armanca piştgiriya ji bo nivîskarên di zindan de bi hevkariya PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê dê di 16'ê Çileyê de li Mêrdînê pirtûkên nivîskarên di zindanan de bên îmzekirin. Dê roja îmzeyê li Şaxa Keskê ya Mêrdînê ya li Taxa 13 Mart Kuçeya 37'an bê lidarxistin. Dê çalakî saet ji dozdehê nîvro dest pê bike û heta saet çaran bidome. Endam û rêveberên PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê di heman demê de jî çûn serdana malbatên nivîskarên ku dê ji bo wan roja îmzeyê bê lidarxistin. Malbatên ku derfet çênebû serdana wan bên kirin jî bi rêya telefonê bi wan re têkilî hat danîn. Dahata ku ji roja îmzeyê bê jî dê ji nivîskaran re bê şandin. Her wiha wekî çalakiya yekem a li Amedê hat lidarxistin dîsa wê wêneyên roja îmzeyê bên kişandin û tevî pirtûk û nameyan ji nivîskaran re bên şandin.    Wê berhemên nivîskaran bên danasîn   Wekî perçeyekî ji plansaziya ji bo piştgiriya nivîskarên di zindanan de berhemên 10 nivîskarên wê ji bo wan roja îmzeyê bê lidarxistin ew ê bên danasîn û li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd bê parvekirin. Berî vê jî pirtûkên Mizgîn Ronak, Medya Yaklav, Ahmedê Bilokî, Ahmed Huseyîn û Menaf Osman hatibûn danasîn û li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd hatibû parvekirin.    Dê pirtûkên 10 nivîskaran bên îmzekirin   Dê di 16'ê Çileyê de roja yekşemê bi beşdariya malbatên nivîskarên di zindanan de û gelek saziyan pirtûkên nivîskarên bi navê Fecrîye Benek, Delîl Payiz, Rojbîn Perîşan, Evdê Cano, Nezîr Çakan, Yaşar Aslan, Mem Farqînî, Mahîr Bagok ,Cengîz Eker, Îlhan Dayan  bên îmzekirin.    Wê çalakiya îmzeyê li bajarên cuda bidome   Çalakiya roja îmzekirina pirtûkên nivîskarên di zindanan de dîsa bi hevkariya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd cara ewil li Amedê hatibû lidarxistin û pirtûkên nivîskarên bi navê Mizgîn Ronak, Medya Yaklav, Ahmedê Bilokî, Ahmed Huseyîn û Menaf Osman hatibûn îmzekirin. Çalakiya rojên îmzekirina pirtûkên nivîskarên di zindanan de dê piştî Mêrdînê li bajarên mîna Êlih, Riha, Cizîr, Wanê jî bên lidarxistin.    Banga beşdariyê   PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê afîşa roja çalakiya îmzekirina pirtûkên nivîskarên di zindanan de li ser malperên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin û bal kişandin ser girîngiya xwedîderketina li berhem û ramanên nivîksarên di zindanan de. Her wiha banga beşdariyê jî hat kirin.