Leyla Saraç: 'Werzeba' êş û bêrîkirina welatê min e 2022-01-06 10:12:58   Sema Çaglak   AMED - Leyla Saraç ku jiyana wê bi têkoşîn, girtin û îşkenceyê derbas bûye, êş û têkoşîna xwe di pirtûka bi navê "Werzeba" ya helbestê de hewand. Leylayê wiha got: "Ez vê pirtûka helbestê diyarî dayika xwe û jinên mîna wê yên li dijî êşê têdikoşin, dikim."    Kurdan ji bo maf û doza xwe bi salan in têdikoşin, ew têkoşîna xwe bi cûrbecûr şêwazan tînin ziman. Kurdên ku li hemberê pergala heyî têkoşîna xwe bê navber didomînin bi ketina girtîgehan tên cezakirin. Lê belê têkoşîna kurdan bi girtîgehan jî nehatiye çewisandin û kurdan girtîgeh ji xwe re veguherandin wek qadek perwerdehiyê û têkoşînê. Di nav derfetên kêm de gelek berhemên hêja jî derdikevin. Yek ji wan jî Leyla Saraç e ku di girtîgehê de pirtûka xwe ya yekemîn a bi navê "Werzeba" ya helbestan derxistiye.   Leyla Saraç di 1979'an de li Hezexa Şirnexê, di nava malbatek welatparêz de tê dinê û ji zarokatiya xwe heya niha ji bo nasnameya xwe têdikoşe. Li hemberî vê bi dehan caran tê binçavkirin û girtin. Leylayê ligel ew qas gefan û ligel girtîgehê jî nasnameya xwe parast û xebatên xwe berdewam kir. Yekemîn pirtûka xwe ya bi navê "Werzeba" ya helbestê ku diyariya diya xwe Sultanê kiriye derxist. "Werzeba" bi tevkariya Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê hat weşandin.   'Min nasnameya xwe parast'   Leylayê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew ji biçûkatiya xwe ve heya niha tim ji bo nasnameya xwe li ber xwe daye û wiha axivî: "Gava meriv li Kurdîstanê bijî di nav şer û têkoşînê de mezin dibe. Malbata min jî wekî piraniya kurdan malbatek têkoşer û azadîxwaz e. Ez wexta hê biçûk bûm ji vê têkoşînê û ji şehadeta bavê xwe bi bandor bûm. Zarokatiya min li Sêrt û Wanê derbas bû. Lê min salên xwe yên ciwantiyê li Edeneyê derbas kir. Piştre di nav xebatên ciwanan û jinan de min cih girt. Ez wan salan wekî pêvajoya xwenasîn û lêgerînê pênase dikim. Di wê demê de gelek nakokîyên ku ciwan bijîn hebûn. Kurdên ku ji Kurdîstanê diçûn metropolan piraniya wan di nava van nakokiyan de bûn. Parçebûnek di nav gelek kesayetan de hebûn. Gava meriv çand, dîrok û welatê xwe nas neke di wan şert û mercan de wê bi hêsanî dikare ji nasnameya xwe dûr bikeve. Lê tevî van şert û mercên metropolê ji çand û dîrok û hebûna xwe dûr neketim."   '4 caran ketim girtîgehê'   Leylayê ligel ku di temenê xwe yê biçûk de gelek caran tê girtin jî dev ji berxwedana xwe bernade û wiha behsa wê pêvajoyê dike: "Cara ewilî di sala 2003'yan de ji ber beşdarbûna daxuyaniyek hatim girtin û piştî mehekê serbest hatim berdan. Dîsa di sala 2004'an de li Sêrtê hatim girtin. Wê çaxê pir îşkence li me kirin. Piştre di sala 2007'an de hatim girtin û heta sala 2013'an girtî mam. Piştî ku hatim berdan dîsa min xebatên xwe di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) de berdewam kir. Lê belê di sala 2016'an de dîsa hatim girtin. Wê çaxê kê li hembere pergalê têkoşîn bidaya dihat girtin. Kurd, muxalîf ferq nedikir, bi hezaran kes hatin girtin."   'Jiyana min bi girtin, îşkence û têkoşînê ve derbas bû'   Leylayê destnîşan kir ku wan pêvajoya girtîgehê ji xwe re veguherandin cihê perwerdehiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gava mirov ji hêla çanda xwe zimanê xwe yan jî ji bo mafê xwe têkoşînê bide ew muxalîf be jî di nav sîstemê de ew bi awayekî tê girtin. Ji vê şûnde pergal hertim bi şêwazên cûrbecûr zextên xwe nîşan dide. Wexta ez ketim zindanê min ji xwe re soz da ku ez ê xwe radestî vê pergalê nekim.  Di destpêka têketina min a zindanê de xwendinê bala min dikişand. Min ji bo nivîsandina helbestan diceriband. Bi wî şiklî min xwest dema xwe ya zindanê bibihurînim. Ji ber ku daxwaza pergalê ew bû ku em di nav 4 dîwaran de birizin. Lê min di pêvajoya zindanê de xwest wê nerînê vala derxînim. Jiyana min bi girtin, îşkence û têkoşînê derbas bû. Lê belê tevî van zext û îşkenceyan min têkoşîna xwe hertim berdewam kir. Hevalên zindanê li ber hemû zext û îşkenceyan heta dawiyê li ber xwe didin. Di esasa xwe de ew li hember teslîmgirtinê, li hember bêrûmetiyê li ber xwe didin. Di zindanê de parvekirin û jiyanek kolektîf heye. Lê di van salên dawîn de zexta zindanan zêdetir e. Dîsa jî tevî van zext û zordestiyan girtî ji têkoşîna xwe tavîzê nadin."   ''Werzeba' êş û bêrîkirina welatê min e'   Leylayê bi lêv kir ku di pêvajoya girtîgehê de tim xwesteka wê ya ji bo nivîsandinê hebûye û ev tişt anî ziman: "Gava di sala 2007'an de ketim zindanê gelek caran min hewil da ku binivîsim. Lewra min ceribandina helbest û çîrokan kir. Her wiha gelek rojnivîskên min hebûn. Meriv dixwaze hest û tiştên ku dijî bi awayekî bîne ziman. Min jî ji bo wan xwest bi şêwaza helbestê êş û zêmarên xwe bînim ziman. Naveroka helbestên min jî êş û bêrîkirina welatê min in. Êşa min ji êşa diya min an jî êşa girtîyekê cudatir nîne. Ew êşa gelê min e. Bêrîkirina welat, bêrîkirina xeyalên nîvco nin.  Tiştên ku ez jiyam û li ser min bandor dikin e. 'Werzeba' êş û bêrîkirina welatê min e."   'Ez vê pirtûkê diyarî dayika xwe û hemû jinên têkoşer dikim'   Leylayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku cara dawî di sala 2016'an de hate girtin, biryar da ku helbestên xwe bike pirtûk. Leylayê, wiha got: "Hemû helbestên min bi wate ne. Piraniya helbestên xwe ji bo dayika xwe min nivisî. Min navê pirtûka xwe kir 'Werzeba' ku tê wateya bayê demsalî. Di helbestên ku ez dinivîsim de, helbesta min a herî ku jê hez dikim 'Ez û Tu' ye. Min ev helbest ji bo hevala xwe ya zarokatiyê Hedîye Kûrhan (Têkoşîn) nivîsand. Ez vê pirtûka helbestê diyarî dayika xwe û jinên mîna wê yên li dijî êşê têdikoşin, dikim."