Zozan Gulan: Ji bo yekîtiya welat, yekîtiya wêjekaran pêwist e 2021-12-27 10:34:51     Medya Uren   AMED - Ji Rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd Zozan Gulan têkildarî xebatên komeleyê axivî. Zozanê bal kişand ser fikra yekîtiyê û wiha got:"Di serî de ji bo fikra yekîtiya welat pêwîst e wêjekarên di nava yekîtiyê de hebin. Em jî di nava banekî de kom dibin û yekîtiya xwe ava dikin. Di nava salekê de me encamên bi nirx bi dest xistin û em ê van xebatên xwe jî di salên pêşiya me de mezintir bikin."   Li Amedê di 14'ê Sibata 2020'î Roja Çîrokan a Cîhanê de bi armanca pêşxistina wêje û zimanê kurdî “Komeleya Wêjekarên Kurd” hat avakirin. Komeleya ku bi çend kesan re dest pê kir her ku diçe berfireh dibe û gelek wêjekarên kurd li dora xwe kom dike. Bi taybetî jî di pêvajoyek ku gef û bişaftinên li ser zimanê kurdî zêde dibin de di nav salekê de ji bo pêşxistina ziman jî xebatên girîng dane meşandin. Têkildarî xebatên hatine meşandin endama ji rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd Helbestkar Zozan Gulan bi me re axivî.   'Armanc yekîtiya wêjekaran e'   Zozanê di destpêka axaftina xwe de armanca avakirina komeleyê şîrove kir û got:"Demek dirêj e ku em weke wêjekarên kurd li dijî bişaftin û gefên li ser zimanê me xebatên cur be cur didin meşandin. Bi taybet ji bo em nivîsên hev xurtir bikin em li hev diciviyan. Lê me xwest ev helwesta me ne bi sînor be. Ji bo pêşxistina ziman û wêjeya kurdî pêwîstî pê hebû ku em xwe berfirehtir bikin. Gava vê ya yekem jî kombûna di bin banekî de bû. Me bi vî rengî Komeleya  Wêjekarên Kurd ava kir. Ev jî bû sedem ku em li hemû bajaran heta ji derveyî Bakurê Kurdistanê jî wêjekaran bînin ba hev."   'Bi 4 kesan dest pê kir'   Zozanê diyar kir ku her diçe ew digihêjin armancên xwe û wiha serkeftinên bi dest xistine parve kir:"Di serî de ji bo fikra yekîtiya welat pêwîst e wêjekarên di nava yekîtiyê de bin. Wêjekarên ku dibin zimanê gelekî wê bi vî rengî bi hêztir bibin. Her ku diçe em digihêjin armancên xwe. Xebatên me bi lez mezin dibin. Weke wê jimara me ya komeleyê jî bi heman rengî. Me bi 4 kesan dest pê kir û niha jimara me gihêştiye bi dehan kesî. Li gorî xebatên em didin meşandin jî jimara me wê zêdetir jî bibe."   'Me gelek encam bi dest xistin'   Zozanê bal kişand li ser xebatên ku heta niha dane meşandin û wiha diyar kir:"Ne demek dirêj e ku komele hatiye avakirin lê li gorî vê jî pêşketinên me şayanê vegotinê ne. Me ji bo wêjekaran gelek çalakî li dar xistin. Hinek ji wan jî di demên nêz de me li ser zoomê civînek û li Amedê jî hevcivîna li ser taştê amade kir. Di civîna zoomê de ji alî beşdarvan hebûn. Em li ser wêjeya kurdî û pêşketina wêjeya kurdî axivîn. Ji gelek deverên kurdan û welatên derve wêjekar beşdar bûn. Di bernameya taştê de jî bi heman rengî têr û tije derbas bû. Ji gelek bajaran beşdarvan hatibûn. Her ku em tên naskirin jî xwestek zêde dibin. Di civîna taştê de em li ser yekîtiya gelê kurd, pirsgirêkên nivîskariyê, daxwazên nivîskaran û li ser meseleya zimanê kurdî axivîn."   Komxebata Wêjeya Kurdî   Zozanê bal kişand ser komxebata hevpar a saziyên cuda re û wiha pê de çû:"Ev nêzî salekê ye em bi rêya zoomê komxebata li ser helbesta kurdî didomînin. Em wekî Komeleya Wêjekarên Kurd bi Enstituya Kurdî ya Stockholmê, MED-DER, Birca Belek, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê re vê xebatê didin meşandin. Me di encama vê xebatê de sertîfîka jî da beşdaran. Bi saya vê xebatê ji çar parçeyan û ji ewropayê nivîskarên kurd digihêjin hevdu."   'Em ê çîrok û helbestên jinan bikin pirtûk'   Zozanê da zanîn ku ew girîngiyê didin xebatên derbarê jinan de û wiha got:"Em ê çîrok û helbestên jinan bikin pirtûk. Heta niha gelek helbest û çîrokên jinan ên baş gihaştine ber destên me. Em ê vana bikin pirtûk û em difikirin di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çap bikin. Her wiha me plaket jî da hem nivîskar hem jî rojnamegerên jin. Her wiha çîrokên jinên di girtîgehan de ye jî em ê bikin pirtûk. Çend roj berê wekî Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd û MED-DER'ê me daxuyanî da ku em ê çîrokên jinên di girtîgehan de jî bikin pirtûk. Ji ber ku ked û hewildana jinan ji bo me gelekî girîng e. Jixwe niha em 7 jin di rêveberiya komeleyê de cihê xwe digirin. Em di heman demê de girîngiyê didin rêxistinbûyina jinê ya di qada wêjeyê de. Divê qada wêjeyê vala neyê berdan."   Rojên çalakiyên îmzeyê yên ji bo nivîskarên di zindanan de   Zozanê bi lêv kir ku ew girîngiyê didin berhemên nivîskarên di zindanan de û wiha got:"Nivîskarên di zindanan de kedeke mezin didin. Me li Amedê ji bo 5 nivîskarên di zindanan de roja îmzeyê li dar xist. Me ji wan re name û pirtû şand. Her wiha wêneyê roja îmzeyê me kişand û şand. Kêfa wan gelekî ji çalakiya ku pêk anî re hat. Ew jî li me vegeriyan. Ji me re name şandin û spas kirin. Her wiha me pereyê ku ji îmzeyê jî hat da girtiyên di zindanê de. Di rojên pêş de em ê vê çalakiyê li bajarên cuda jî li dar bixin."   'Em li ser zoomê bernameyên wêjeyê li dar dixin'   Zozanê da zanîn ew wekî sê moderatorên jin li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd jî bernameyan çêdikin û wiha got:"Ji rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd ez, Nûrcan Delîl û Roza Metîna ji mehê carekê bi mêvan û mijarên cuda bernameyê li dar dixin û li ser qenala youtubeyê ya komeleyê parve dikin. Her wiha hevala Roza di heman demê berhemên nivîskarên di zindanan de bi rêya bernameyê dide naskirin û em li ser qenala youtubeyê ya komeleyê parve dikin. Me di heman demê de jî panela 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di zindanan de li Komeleya Wêjekarên Kurd li dar xist."   'Me wekî jin jurîtî kir'   Zozanê da zanîn ku ew piştigiriyê didin xebatên saziyên cuda jî û wiha pê de çû:"Li dijî fuhuş û bikaranîna hişbirê meclîsa jinê û ciwanan a HDP'ê pêşbirka wêjeyê li dar xist. Hevseroka komeleya me Sultan Yaray û Roza Metîna bûn jurî û beşdarî roja xelatdayinê bûn. Ji bo teşwîqkirina wêjeyê çalakiyên bi vî rengî girîng in."   Bîranîna Helbestkar Arjen Arî   Zozanê da zanîn ku helbestkarên ked dane wêjeya kurdî ji bo wan girîng e û wiha got:"Ji bo bîranîna Arjen Arî em çûn ser gora wî. Me ew bi bîr anî. Her wiha me li komeleyê şeve ji bo wî li dar xist. Li ser bîranînên wî beşdaran mafê axaftinê girtin û her wiha helbestê Arjen Arî hatin xwendin. Her wiha li Cizîrê me panela Celadet Elî Bedirxan bi MED-DER'ê re li dar xist. Her wiha ji bo beşdariya bîranîna Cegerxwîn em çûn Êlihê. Li dijî êrişên li ser axa me, me wekî komele daxuyanî da û banga yekîtiyê kir."   'Li dijî bişaftinê xebat tên meşandin'   Zozanê da zanîn ku di bişaftinên li ser ziman zêde de hewildanên rêhevalên me bi nirxin û wiha diyar kir:"Bê tehmuliyek mezin li ser ziman û çanda kurdî heye. Ji xwe ger bixwazin nîjadekî tune bikin di serî de ziman û çanda wê tune dikin û bêyî ku kuştina mirovan bikin kuştina nîjadê dikin. Ev jî qetlîama herî mezin e ku em di nav wan de derbas dibin. Di pêvajoyek wiha de çiqas zor be jî pêwîst e ji bo parastin û pêşxistina zimanê xwe em di nava tevgerê de bin. Bê guman jî li komeleyê xebatek gelek bi nirx a rêhevalên me çêdibin û em spasiya hemûyan dikin."