'Antolojiya Êşên Jinan' hat weşandin 2021-12-21 11:33:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya ked û xebata jinan ji aliyê Weşanxaneya Na'yê ve pirtûka bi navê 'Antolojiya Êşên Jinan' hat weşandin. Di pirtûkê de 20 çîrokên kurdî yên ji aliyê 20 jinan ve hatine nivîsandin cih digirin.    Di çarçoveya projeyekê de 20 jinan bi pêşengiya nivîskar Yasemîn Elban 20 çîrok nivîsandin. Jinan çîrokên xwe bi navê “20 Jin 20 Çîrok - Antolojiya Êşên Jinan” weke pirtûk ji Weşanxanxaya Na’yê çap kirin. Her jinekê bi çîrokekê hem êşa xwe hem jî hestên xwe vegotine.    ‘Di çîrokan de lehengê êş kişandî hertim jin e’   Li ser berga pirtûkê ev tişt hatiye nivîsandin: “Her jinekê çîrokeke xwe heye; tu li serborî û jiyana kîjan jinê binêrî, bêguman wê tê de êş xuya bike. Di çîrokan de lehengê êş kişandî hertim jin e. Jin stûna çîrokê ye, stûna çîroka jiyanê. Loma jinên nivîskar bi van berheman vê stûnê zexmtir kirine û jiyan xweşiktir.”   Bi zaravayên cuda yên kurdî çîrok hatin nivîsandin   Ji çîrokan yek bi soranî yek jî bi kirmanckî  û 18 jê jî bi kurmancî ne.    Jinên ku bi çîrokên xwe beşdarî vê projeyê bûne, navên wan û navên çîrokên wan wiha ne:   Gullan- Leyla Qadirî    Gola Meyandî - Leyla Mexso Berazî    Nameya Kuştinê - Narîn Omer Seyfedîn     Dora Desmalê - Mîdiye Berekat    Bextan Reş Nekin - Hind Ebdelo     Kevirê Heneyê – Yasemîn Elban    Gundê Dînan – Kurdiye Irgat    Jana Perperokê - Nesrîn Rojkan     Egît - Umît Fatma Firat    Qolinc - Nerîman Yagiz    Bêxîreto! - Gula Almastê    Mirîstan - Gulgeş Deryaspi    Aqilê Wê Jê Nebirî - Evîn Hesen      Ji Vî Welatî Dernakevim  - Vejîna Kurd    Vanêlya - Merwa Birîm    Nikulê Beytikê - Berfîn Dîcle    Qêrîniya Bêdeng – Sewda    Perîqa Qaqlîbazê - Laleşa Ûsiv    Ez, Baran û Pira As - Amîne Pîrozxan   Bextê Reş - Sultan Yaray