Zarok TV dê frêkansa xwe biguhere 2021-12-19 15:53:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Zarok TV ku dest bi weşana nû dike dê weşana xwe bi guherîna frekansê bidomîne.   Zarok TV ku li ser peyka TÜRKSAT 3A/4A ji bo zarokan weşandê dike, di dema weşana nû de dê weşana xwe bi frekansek nû bidomîne. Midûrê Giştî yê Zarok TV Faruk Korkmaz di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji 1'ê Çileya 2022'an pê ve wê bi frekansa nû li ser peyka TÜRKSAT 3A/4A weşana xwe bidomînin. Korkmaz, diyar kir ku bi vê guherîna teknîkî dê zarokên kurd karibin weşana bi kalîtetir temaşe bikin.   Zarok TV, bi destan an jî otomatik bi guhertinên ku televîzyonê de bên kirin wê ji ser van frêkansa bikaribe bê temaşekirin:   Frequency: 12685MHZ   Sembol: 30000   Polarîzasyon: Vertical