Li Çinarê şahiya dengbêjan 2021-12-17 12:11:51   AMED - Li Çinarê şahiya dengbêjan a ku ji aliyê Muduriyeta Karên Civakî a Şaredariyê ve li Parka Nujiyan hat hat organîzekirin eleqeyeke mezin ji gel dît.   Li Çinarê şahiya dengbêjan a ku ji aliyê Muduriyeta Karên Civakî a Şaredariyê ve li Parka Nujiyan hat organîzekirin. Li gel hevşaredar Bedrî Kaya, cîgirên hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê, Dayikên Aştiyê, endamên DÎYADER'ê û gelek kesên din li şahiyê amade bûn.   Di şahiyê de dengbêjên ku kevneşopiya wêjeya zargotinî berdewam dikin kilam gotin. Şahî, kilamên Dengbêj Mehmet Zîrek hat destpêkirin. Dengbêj Xalîde (Halîme Kirik), Dengbêj Mukaddes (Perînaz Yildirim), Omer Semîn û Hediye Kalkan jî bi dorê kilamên xwe pêşkêş kirin.   Dengbêjên ku li gel tembûr û bilûrê stran gotin, di heman demê de çîrokên li ser Dewrêşê Evdî û Edûlê jî gotin.   Şahî li gel kilaman bi  govendê bi dawî bû.