Temaya Mîhrîcana Fîlman a Jinan ya Uçan Supurge îsal ‘Mîrateya Jinan e’ 2021-12-16 09:04:19     ENQERE - Temaya 25’emîn  Mîhrîcana Fîlman a Jinan ya Uçan Supurge îsal ‘Mîrateya Jinan e’. Ji Weqfa Uçar Supurge Ceren Kurt got: “Di sektora fîlm de mêr bi bandore û di sektorê de em dizanin ku lîstikvanên jin, derhêner, xebatkarên din hene. Em dixwazin keda van kesan bidin xuyakirin.”   Temaya 25’emîn  Mîhrîcana Fîlman a Jinan ya Uçan Supurge îsal ‘Mîrateya Jinan e’ û wê li Enqereyê pêk pêk. Weqfa Uçar Supurge di 1996’an de hat avakirin û di 1998’an de Mîhrîcana Fîlman a Jinan ya Navneteweyî da destpêkirin.  Bi mîhricanê tê hedefkirin k udi wekheviya zayenda civakî de hişmendiya civakî zêde bikin û keda jinê bê dîtin.   Mîhrîcan ji kategotiyên ‘Xelatên Serkeftinê ya Bîlge Olgaç’, ‘Xelata Pîreboka Ciwan’, ‘Xelata Temayê’ pêk tê.  Her wiha di vê mîhrîcanê de  Turkan Soray, Hulya Koçyîgît, Fîlîz Akin û Fatma Gîrî hatin gel hev û vekirina çaremîn mîhrîcanê kirin. Ji Weqfa Uçan Supurge Ceren Kurt der barê mîhrîcanê de nirxandin kir.   ‘Armanca wê ev e ku keda jinê bê dîtin’   Cerenê da zanîn ku 25 sal in mîhrîcan pêk tê û got mijara newekheviya zayenda civakî li her qada civakê heye û got: “Em di ferqa vê de ne û em xebatên xwe li gorî wê digirin dest. Mîhrîcan jî yek ji van xebatên me ye. Mîhrîcan ji fîlman pêk tê. Sektora fîlman mêr domîne dikin. Jin her tim li plana dawî dimînin. Ji ber vê me xwest ku em keda jinê ya di sînemayê de bidin xuyakirin.”   ‘Em tenê fîlman nagirin dest’   Cerenê daxuyakirin ku  di vê pêvajoyê de bi tevgera ‘Me too’ re hatine rû hev û ev pirsgirêk,  pirsgirêkek globale û  wiha dirêjî dayê: “25 sal in em vê mîhrîcanê pêk tînin. Me xwe gîhand kêm fîlmçêkerên jin û derhênerên jin. Hejmara wan kêm bû. Ev hejmar zêde bû lê hîna jî kêmin. Em mîhrîcanek tematîk dikin. Em tenê fîlman nagirin dest. Em mijarên rojane didin ber xwe û li gorî wê temayê diyar dikin. Temaya mîhrîcanê li gorî konjoktorê tê diyar kirin. Dema em mîhrîcanê dikin em gelek bertekên erênî digirin. Rexne jî li gorî nêrîna siyasî û sosylojîk tên kirin. Em temaya xwe bi tesadufî hilnabijêrin.”   ‘Piştgirî kêm in’   Cerenê destnîşan kir ku piştgiriya ji bo projeyên çand û hunerê ya li Tirkiyeyê pir kêmin û wiha nirxandin kir: “Em her sal piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê digirin. Me salekê negirt. Lê ev piştgirî têr nîne. Têkoşîneke ku nayê dîtin heye. Têkoşîn zehmete lê aliyê wê yê bi qîmet heye. Em beyî dest jê berdin têdikoşin.”   Cerenê balkişand ser temaya îsal a mîhrîcanê û got tema îsal ‘Mîrateya jinan e’ û ev tişt anî ziman: “Me gelek ji vê temayê hez kir. Di mîhrîcana 23’yemîn de  li 101 welatî me xwe gîhand 349 hezar temaşevanî. Vê em gelek kêfxweş kirin. Armanca me ev e ku em derdên xwe vebêjin, em bibin dengê jinan û keda jinê bidin xuyakirin. Mîhrîcan wê navbera 26'ê gulan û 5’ê hezîranê de pêk bê. Serlêdan ji her derê cîhanê dikare ji ser navnîşana www.ucansupurge.org.tr bê kirin. Dîroka dawî ya serlêdanê 4’ê sibatê 2022'ye."