Xecê Şen: Huner rûyê heqîqeta jiyanê ya herî şênber e 2021-12-09 09:04:30   Sema Çaglak   AMED - Nivîskara pirtûka Hûmitrayê Xecê Şen, diyar kir ku Hûmîtra ronahiyeke xwe bi mirovan dide hîskirin e û wiha got:"Jiyan bixwe heqîqeteke bi hebûn û xwebûnê ye. Huner jî rûyê vê heqîqetê ya herî şênber e."   Huner rûyê heqîqeta jiyanê ya herî şênber e    Pirtûkeke nû ya bi zimanê kurdî ya bi navê Hûmitra Felsefeya Hunerî ya Mêhrî-Mîtrayî ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hat çapkirin. Nivîskara pirtûka Hûmitrayê Xecê Şen e û ev pirtûk bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bi taybet di 25'ê Mijdarê de hat çapkirin. Di pirtûka Hûmitrayê de li ser felsefe û fikra Mîhrî-Mîtrayî hatiye rawestandin. Ev felsefe wekî dîrokeke zêdetirî 12-15 hezar sal berî zayînê li ser çiyastanê "Zagrosê" xuliqîye. Mirov dikare vê felsefeyê wekî dayika hemû felsefeyan bipejirîne.    Têkîldarî pirtûka Hûmîtrayê me bi Xecê Şen re gotûbêjek pêk anî.   Fikra pirtûkek li ser felsefeyê ji ku ve hat? Gelo Hûmîtra tê çi wateyê, çima Hûmîtra?   Dema ku min xebatên xwe yên li ser dîroka jinê dimeşand, fikra pirtûkê di mejiyê min de tune bû. Ez xwendevaneke jineolojiyê me. Wextê min her hejmara jineolojiyê dixwend her carê pirsek û têgînek derdiket peşî min. Lewra hinek bi saya ji têgînên jineolojiyê ketim nav lêhûrbûnan. Di nav wan lêhûrbûnan de ez rastî kodan hatim. Rastî têgînên nû hatim. Bi taybetî ji bo taybetmendiyên jinê, weke pîroz tê dîtin û di Ol’a îslamê de ku wek heram tê dîtin hatim. Piştre gelek kodên ku heta niha di berheman de derneketiye pêşberê me dîtim. Di vî warî de hedefek min hebû ku ferheng bidim çêkirin. Lê belê bi vî şiklê lêhûrbûnê rastî felsefeya mîtrayê hatim. Ango felsefeya Mîtra çi ye, çi nîne? Di nav wan xebatan de paradigmaya Rêberê Gelan, Birêz Ocalan a paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ji min re pêşengtî kir.   Felsefeya Mîtra felsefeyek komînal û bi navê mêhrê-mîtra, bîr û baweriya roj û ronahiyê ye. Min lêkolînên xwe di çarçoveya hunerê de girt dest. Ji ber ku di hemû beşên huner û wêjeyê ya hebûn û xwebûnê de wek bi têgîna “HÛ” yê dest pê dike. Êdî ku me li sembolan nihêrî, bi piranî sembol di esasa hûnerî de hatiye çêkirin. Ji nişka ve bi awayekî xwezayî felsefeya hunerî derket pêşiya min. Hebûna mirovatiyê û heqîqatê derket pêş. Bi vî awayî navê pirtûkê min wisa Hûmîtra danî. Di pêvajoya nivîsîna pirtûkê de min bi sedan pirtûkên li ser huner, wêje û felsefeyê xwend. Di hêla arkeolojî, ontolojîk, epitomolojîyê de gelek pirtûkên felsefî hebûn. Lê belê ya herî ku min ber bi vê rêyê ve bir; pirsa çima felsefeya jinê nîn bû. Di vê esasê de li ser felsefeya jinê ya hunerî  lê hûr bûm. Ez ev 8 sal in li ser vê pirtûkê xebatan dimeşînim. Hem di hêla têgînê de hem jî di hêla ferheng û felsefeyê de xebatan dimeşînim. Bi vî şiklî encama xebata di 8 salan a Hûmîtrayê derket holê.   Di pêvajoya nivisîna pirtûkê de hûn bi kîjan zehmetiyan re rûbirû man?   Zehmetiyê ku min kişand pir bûn. Ji ber ku di zimanê tirkî yan jî zimanê biyanî de zêde xebat nehatiye kirin. Di salên dawî de Girê Mirazan, Keleha Zêrzevan, li Dîlokê Şikeftên Mîtra û her wekî din derketin holê. Bêguman dewletan di vî warî de xebat pêk anîne, lê belê hemû dewletan li gorî berjewendiyên xwe şîrove kirine. Ewropayê jî di warê felsefeya mîtrayê de li gorî xwe şîrove kiriye. Lê di vegera kurdî-kurdî de li Bakur di wî warî de belge qet tune ne. Li Başûr û Rojhîlat piraniya belgeyan bi soranî, farisî, hewremanî û avestayî hatine nivîsandin. Ji ber ku min ew zimanan nedizanîbû, di warê deşîfrasyona van belgeyan de gelek zehmetî min kişand. Du sal ez li ser hînbûna ziman sekinîm ku bikaribim wan belgeyan bixwînim û di warê çavkanîyên de encamekê bigirim. Di warê ziman û peydekirina belgeyan de min zehmetî kişand.   Di wêje û hunerê de kategorîzekirina jinan..   Di hunera zayendiya civakê de heta ku ez ji vê xebatê encam bigirim gelek têgîn û tiştê ku hêla wîjdanî û rawiştî de meriv bide zorê hene. Binpêkirin û kedxwariya jinê herî zêde di huner û wêjeyê de derdikevin pêş. Gava em berê xwe didin qada wêjeyê, gelo  wêje jinê çawa şîrove dike? An jî hunerê jinê çawa şîrove kiriye, çawa daye xuyakirin? Di van mijaran de min kêmasîyên berbiçav dîtin. Gelek têgînên ku di wêjeyê de hatine bikaranîn, em di zanîstê de dibînin û rexne dikin. Lê di wêjeyê de çawa hatiye dîtin û pênasekirin, di wî warî de hinek kêmasî dibînim. Ji bo vê stran, çîrok û helbestên pênaseyên jinê kirine hene. Hem bi kategorîzekirina jinê hem jî di warê pesindayin û di warê biçûkxistinê de mînakên balkêş hene.   Ji bo nimûne;   *Jin heye jinkok jî heye   *Li li ser jinê re heye   *Jin hene jan jî hene   *Jina baş mirov dike wezîr, jin hene mirov dike rezîl   Ji bo şehweta jinê jî ev meselokên jêr derbas dibin;   *Keça fîlankesê xwîna mêrekî ye   *Bila mirov ziyaretê xerab bike, lê keçan xerab neke   *Bila keçê bibin ser xencerê, nebin ser xeberê   Her wiha jin bi rêya van beyt û meselokan di civakê de bêkesayet dimîne. Mixabin di çanda Rojhilata Navîn de em hê jî xêzên van meselokan dibînin. Di vî warî de em li gorî kîjan felsefe û wateyê jinê pênase dikin?   Kodên vê felsefeyê bingeha xwe ji ku digire?   Felsefeya mêhrî-mîtra ku di esasa xwe de bi pêşengtiya jinê ve hatiye birêvebirin, li gorî teqebûlên 12-15 sal berê zayînê dike. Lê beriya du mehan ku perestgehên li Mêrdînê derketin holê ew qala 15 hezar sal wêdetir dikin. Ev felsefeya ku bi pêşengtiya jinê, bi ked û fikir zanîstiya jinê ve hatiye birêvebirin, çawa ewqas hatiye windakirin ku kes qala felsefeta mêhre-mîtrayê nake. Bêguman felsefeyek komînal û di esasa xwe de heqîqetekê dihewîne. Hem farisî, yarsanî, zerduşt û ereb jî ev heqîqet veşartine. Lê belê ew felsefe di esasa xwe de di hemû bîr û baweriya van civatan de hê dijî. Ji bo vê qasî desthîlatdar çiqas jinan kategorize kirine, di hunera zayendiya civakî de min ew girt dest. Ji bo wê yekê, sedema ku di hunerê de zayendiya civakê. Yek jî bi vî rengî ye. Lê heqîqetek nîne. Lewma di vê pirtûkê de jî û di hemû axaftinên xwe de jî em vê peyamê didin. Em îro di sedsala 21'emîn de dijîn. Paradîgmayeke me heye. Em xwedî pergalek in, em xwedî felsefeyekê ne. Em li ser esasê jiyana azad xwe ava dikin. Di vî warî de nivîskar, hunermend û rewşenbîrên me yên ku karê nivîskarî û karê muzîsyeniyê dikin di warê çêkirina pirtûkên xwe de, di çêkirina bermehemên xwe de di vî warî de divê baldar bin. Pêwîst e em ne zayendperest  bin. Ez bixwe jî zayendperest nînim, ez welatperwer im. Weke jinekê têkoşeriya vî welatî dikim. Lewma tenê di aliyê çalakiyên em derkevin kolanan de em çalakiyan nakin. Em vê yekê weke tevgera jin, ez bixwe jî weke aktîvîsta jin dikim û ez aktîvîsta TJA’yê me. Di heman demê de berê me li van qadên wêjeyê ye,  berê me li qada hunerê ye. Huner û nivîseke berzintirîn ku li ser esasên jiyana azad xwe ji zayendîperestiyê biparêze û heqîqetê bîne ziman.   Cihên ku felsefeya mêhrê-mîtrayê dijîn hene gelo?   Yanî di pirtûkê de jî min anî ziman. Dema ku ev lêkolîna, berfireh bû, gelekî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, hinek herêm hebûn ku hîn zêdetir vê felsefeyê diparêzin. Ji serê jinê heta nenûkê jinê di nêzîkatiyên xwe de hesasiyetek heye. Hîn jî bîr û bawerî li ser esasê vê felsefeyê tê meşandin. Dîsa Êzidî, di vî warî de, çavkaniyeke herî berfireh, bi hemû jiyan û felsefeya xwe, bi navê Êzdatiyê tê kirin. Lê bi giştî jiyana xwe, çavkaniya xwe ji vê Mîhrî û Mîtra’yî digire. Dîsa weke roja sala kurdan, em li Bakur dibêjin, serê sala kurdan. Li Rojhilatê Kurdistan, Başûr û heta Rojava û Şehbayê jî pîrozkirin, roja Yelda, şeva Yelda ye. Ev roj û şeva Yelda ye, weke serê salê cejna jinê bi xwe ye. Ew roj weke xwe bexşandina jin û xwezayê hatiye pênasekirin. Di vê pêvajoyê de 3 rojan ji bo roj, ronahî û xwezayê rojî digirin. Mêr û jinên ku li ber zewacê ne, di wê rojê de li ber bîr û baweriya roj û ronahiya mehra xwe çêdikin. Di wan rojan de ji bo bexşandina xwezayê, di nava wê salê de ji av û axa xwezayê çiqasî fêde girtine. Ji bo ku bereketa wê hê xûrtir bibe, û mirovan efû bike wê rojê rojî û nimêş tê kirin, dar tên çandin. Hemû sembolên ji xwezayê çêkirine parastina û xwedîkirina wan, weke huner jî di hinek sembolan de hatine bicîhkirin.   Li Başûr ji wan pîroziyan hinar e. Li Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo ku ev felsefe neyê jibîrkirin festîvala hineran tê çêkirin. Bi vî rengî roja Yelda tê pîrozkirin. Hindik jî be tê kirin.   Her sembolek pênasekirineke xwe heye   Di jiyana Mêrdiniyan de di roja îro de em deqê laşê ser mirovan dibînin. Ev deq, yek ji sembola felsefeya Mîtrayî ye. Di serdema Mîtrayî de xwendin û nivîsandin tune bû. Jiyana wan, zimanê wan hemû li ser kodan hatiye çêkirin. Her tiştê ku keşif kirine, semboleke wê çêkirine. Mehek mohr jî ev sembol li ser laşê mirovan û dîsa li ser keviran çêkirine. Her sembolek pênasekirineke xwe heye.   Felsefe û çanda Mîtrayî li ser sê serdeman tê pênasekirin. Yek; serdema Zax-û-Zadî yê li ser çiyayên Zagrosê. Di nav xwezayê de û xwe-haybûna xwe dane çêkirin. Serdema duyemîn jî serdema hizrî û fikrî ye. Serdema ku êdî hîs dike ku êdî ew miroveke, jiyanek û lêgerîneke xwe heye. Ji bo parastinê hûrbûn û lêgerînên xwe hene. Civak êdî di xwecihiyîyê de di warê huner, çand û ziman û gelek aliyan de şênberiya xwe daye çêkirin. Lewma lêkolînên me kirine, Samî, Zerdeştî û Êzidî û Sûmeriyan li ser çavkaniya felsefeya Mîtrayê jiyana xwe dom kirine. Gelek çavkaniyên Ewropî û yan jî çavkaniyên ku Farisan dane çêkirin, felsefeya Mîtrayî weke dînê Mîtrayî dane pênasekirin. Lê eger her bîr û baweriyê ji bo wê demê weke dîn qebûl bikin erê, lê di wê serdemê de dîn û ol şênber nîne. Bi giştî lêgerîneke felsefîk heye di vî warî de. Ji bo vê yekê jê re felsefeya Mîhrî û Mîtrayî tê gotin. Mîhrî, bîr û baweriya hîv û rojê ye. Piştre êdî tîpa ê dibe î û Mîtra derdikeve. Di pirtûkê de me cîh daye her du pênasekirinan. Ji bo vê yekê ez îdîa nakim ku hemû tiştên Mîtra rastin, îdîayeke min a wisa tune ye. Lê ji bo lêkolîneke berfirehtir û rasteqîntir were kirin, ev felsefe nîşe û çavkaniyek û arşîvek e. Jixwe di pêşgotina pirtûkê de jî min aniye ziman. Ez vê yekê weke arşîvekê digirim dest. Dibe ku piştî çend salên din ev pirtûk rasteqîntir jî derkeve û dibe ku bi giştî berovajî wê jî derkeve. Jixwe dîrok wisa ye. Teqez tiştekî wê, îdayeke wê tune ye. Ez jî wisa nabêjim. Ev xebat dikare ji bo lêkolînên berfirehtir dikare weke çavkaniyekê bê dîtin.   Bawer im ku di berga pirtûkê de jî vê felsefeyê xwe daye nîşandan? Ev wêneyê bergê bala min kişand, hûn dikarin wêneyê bergê şîrove bikin?   Di felsefeya Mîtrayê de, civakbûyîn di pêş de ye. Ji ber ku felsefeya jinê û di esasa jinê de hatiye çêkirin. Yek ji bermayiyên ku em jê re Nezar, weke bexşandin heta niha jî ji Mêrdîn bigire heta Şirnex û Rojava, li Bakur qismek, piranî Mêrdîn, hîn jî çariyên xwe yên ku bi sembola elementên axşên xwezayê hatine çêkirin hîn jî li xwe dikin. Jê re dibêjin qûmaşê hêvrêşim. Li ser notayên mûzîkê hatine çêkirin. Dîsa hinar di felsefeya Mîtrayê de, weke sembola rehîma jinê û dîsa pênaseya Yaqûd û Mircanê hatiye avakirin tê pîrozkirin. Ji ber vê sedemê ye ku îsal jî li Başûr û Rojhilat Festîvala Hinar hatiye çêkirin. Wisa pîroz tê dîtin. Lewma me li vir behsa felsefeya Hinarê kiriye. Çima serê jinê tûne ye? Hişmendiya baviksalarî, mêrdewletî, di vî warî de bi hezaran serê jinan jêkirin. Di xwerêxistinkirin û çalakkbûna femînîzmê de jî gotinek heye, jinek bêje “eger mafê min hebe serê min were jêkirin gerek mafê min hebe ku li ser vê kursiyê siyasetê jî bikim”.  Bi hezaran jin serê wan hatine jêkirin. Lewma tiştên ku weke bermayiyên jinê mane, sembolên jinê mane. Serê jinê nemaye, lê bermayiyê jinê maye. Di ser van re hezar sal derbas bûne lê di nava jiyana kurdan de sembolên jinê, mayîndeyên jinê, dîroka jinê di çanda kurdan de şênber. Tiştên ku di jiyanê de bê kirin koka xwe ya dîrokî jî heye. Lewma ji Keleha Zêrzevanê bigire heta gelek deveran weke nêçîrvanan yekîneyên jin hatine avakirin. Mesela berê digotin di jiyana xwecîhî de jinê çandînî kirine û mêran nêçîrvantî kirine. Ev teorî pûç bû. Jin ji bo parastina jiyan û nirxên xwe yekîneyên xwe ava kirine. Perestgehên ku li jinan weke qedexekirî hatine çêkirin, weke akademî û cîhê felsefe û xweperwerdekirina jinê hatine çêkirin. Jinwar di vî warî navekî gelek balkêş e.   Di roja me ya îro de Jinwar rûyê vê felsefeyê ya şênber e   Di têkoşîna azadiya gelê kurd de encamên çawa hatine derxistin? Tiştên ku ji me hatiye dizîn û windakirin em wan ji nû ve dîsa dibînin. Di vî warî de Jinwar ku jiyana xwe li ser esasê zanista jinelojiyê daye avakirin û felsefeya Mîtrayê ku di esasê felsefeya jinê de hatiye rêvebirin, cîhûwarê ku ew felsefe hatiye çêkirin di heman rêyê de derbas dibe. Ji bo wê yekê ev fikra min a şexsî ye, şibandina wan jî mirovan ber bi heqîqetekê ve dibe. Wê demê ez bêjim, di roja me ya îro de Jinwar rûyê vê felsefeyê ya şênber e. Ez wisa pênase dikim. Ji bo vê, di pirtûkê de jinûwar di vî warî de ji bo min ev daye xuyakirin. Jiyana wir daye xuyakirin. Mînak, tê bîra min, di gundan de jî jinan di nava xwe de bi zimanekî diaxiviyan. Dayika min û xaltîka min bi zimanekî diaxiviyan. Mêran ji wan fam nedikir. Zimanê rojava yê Jinwar jî heman zimanî diaxivin. Zimanê ku mêr ji wan fam nakin. Dema em felsefeya zimanê mêr ê Mîtrayî lêkolîn dikin, hemû zimanê ku li ser kodan hatiye çêkirin. Deşîfrekirina wê jî gelekî zehmet e. Di vî warî de jî deriyekî weke çirûskekê mirovan dide hîskirin ku mirov ber bi wir ve bibe. Ez îdîa nakim ku ew e, lê di vî warî de şibandina wan, bûyina li ser heman axê mirov ber bi heqîqeteke wisa ve dibe. Îlham û hestekî wisa dide mirov.   Di dawiyê de gotineke we heye ku hûn li ser zêde bikin?   Jiyan bi xwe heqîqetek a bi hebûn û xwebûnê ye. Huner jî rûyê vê heqîqetê ya herî şênber e. Lewra Hûmîtra ronahiyek wekî çîrûskekê ku mirovan dide hîskirin e. Ango Hûmîtra fikreke hesasiyatê ye. Di dawiyê de tiştekî ku ez bêjim, ez nivîskar nînim. Ez xwe weke nivîskar jî pênase nakim. Ez tenê aktîvîsteke TJA’yê me. Wekî jinekê dixwînim û lêhûrbûnên xwe çêdikim. Di wan lêhûrbûnan de her tiştekî ku lê rast têm û nakok dibînim nîşe digirim û weke arşîvekê parve dikim.