KASED'ê ji bo zarokan atolye pêk anî 2021-11-29 09:13:57   AMED - KASED'ê di çaroveya çalakiyên hunerê yên ji bo zarokan de li navçeya Çinarê bi zarokan re hat gel hev.   Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), li navçeya Çinarê ya Amedê bi zarokan re hat gel hev. Zarokan eleqeyeke mezin nîşanî atolyeyên zarokan ên ku komeleyê amade kirine dan.    Di atoleyê de bi zarokan re boyaxkirina rû, xêzkirina wêneyê û şahiya orkestrayê hat lidarxistin. Atoleyeyên hatin li darxistin dê du rojan berdewam bikin.