Li Kerkukê jin ji bo 25'ê Mijdarê derketin ser dikê 2021-11-26 14:00:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 25'ê Mijdarê bi pêşengiya Rêxistina Viyan jin li Kerkukê derketin ser dikê û bal kişandin ser tundiyê.     Bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, welatiyên Kerkukê bi pêşengiya Rêxistina Viyan li Senter Mol a nava bajêr kom bûn. Di destpêkê de rêvebera Rêxistina Viyan Fenaz Faruq li ser giringiya rojê axivî, paşê jî jinên şanoger derketin ser dikê û şanoya bi navê Kerkuk a Penaber pêşkêş kirin.    Girîngiya wekheviya zayendî   Fenaz Faruq da zanîn ku ji bo rakirina tundiyê pêdivî bi perwerdekirina zarokan a li ser bingeha wekheviya zayendî heye û wiha domand: “Di temenê biçûk de zarok li ser bingehê zayendperestiyê tên mezinkirin. Ger em binêrin gotinên ji zarokên lawik re tên gotin cuda ne yên ji zarokên keç re tên gotin cuda ne û li ser wê tên perwerdekirin. Ji bo wê jî ger em hewila jiyanek aram didin pêdivî heye destpêkê wekheviya zayendî ji perwerdeya mezinkirina zarokan dest pê bike.”    'Pêdivî bi yekgirtin û lihevxwedîderketinê heye'   Fenaz Faruq ji bo parastina mafê jinan jî da zanîn ku pêdivî bi hevgirtin û xwedîderketinê heye ji bo wê jî peyîwir dikeve ser milê rêxistinên jinan û wiha berdewam kir: “Pêwîst e hemû rêxistinên jinan hewil bidin xwe bigihînin jinên tundiyê dibînin. Ji bo kêmkirina hemû cûrên tunditûjiyê pêdivî bi yekgirtin û lihevxwedîderketinê heye.”   Şanoya Kerkuka Penaber   Piştre şanoya bi navê “Kerkuka Penaber” a ji aliyê jinên şanoger ên Kerkukê ve hat amadekirin hate pêşkêşkirin. Mijara şanoyê li ser jinên ku ji aliyê kesukarên xwe ve hatî kuştin bû.   Di dawiya çalakiyê de kurtefilmek ji bo parastina mafê jinê li hola sinemayê ya Senter Mol hat nîşandan. Mijara kurtefilmê hat nîşandan jî li ser tunditujiya ku li beramberî jinan tê kirin bû ku tê de wêneyê jinên li herêma Kurdistanê û Iraqê ji aliyê kesukarên xwe ve hatîn kuştin hat nîşandan.   Di dawiyê de jî stran hatin gotin.