Pirtûka bi navê Hûmitra derket 2021-11-25 10:02:46   AMED - Pirtûka bi navê Hûmitra ya ji aliyê nivîskar Xecê Şen ve hatiye nivîsandin ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hat çapkirin.    Pirtûkeke nû ya bi zimanê kurdî ya bi navê Hûmitra Felsefeya Hunerî ya Mêhrî-Mîtrayî ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hat çapkirin. Nivîskara pirtûka Hûmitrayê Xecê Şen e û ev pirtûk bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bi taybet di 25'ê Mijdarê de hat çapkirin.    Felsefe û fikra Mîhrî-Mîtrayî    Di pirtûka Hûmitrayê de li ser felsefe û fikra Mîhrî-Mîtrayî hatiye rawestandin. Ev felsefe wekî dîrokeke zêdetirî 12-15 hezar sal berî zayînê li ser çiyastanê "Zaggrozê" xuliqîye. Mirov dikare vê felsefeyê wekî dayika hemû felsefeyan bipejirîne.