MED-DER ji bo zarokan li Peyasê şahiyek li dar xist 2021-11-22 16:05:21     AMED - MED-DER, bi hevkariya Navenda Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê, li taxa Peyasê ji bo zarokan şahiyek li dar xist.   Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) ji bo balê bikşîne ser zimanê kurdî xebatên xwe yên ji bo zarokan berdewam dike. MED-DER’ê îro jî bi hevkariya Komeleya Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, li parka taxa Peyasê ji bo zarokan şahiyek li dar xist.    Di destpêkê de mamoste û rêveberên MED-DER ê ligel hunermendên komeleya çandê re di nav taxê de bi stranan meşek li dar xist. Zarok, mamoste û rêveberên MED-DER'ê bi hev re xelekek avakirin û bi hev re stran gotin.    Her wiha di şahiyê de mamosteyên MED-DER'ê tîpên kurdî nîşanî zarokan da.    Piştre Navenda Çandê ya Dîcle Firatê rîtmên xwezayî hînê zarokan kirin û bi hev re wêne xêz kirin.    Şahiya zarokan bi gotina strana “Zimanê kurdî” bi dawî bû.