Fîlma “Navê min” hate pêşandan 2021-11-21 17:07:34     AMED - Di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de, fîlma derheqê çîroka jinên ku hatine qetîl kirin de hate pêşandan.   Xebatên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberê Tundiya li ser Jinê bênavber berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de bi peşengiya Komisyona Ji bo Gulîstan Doku Edalet, li Şanoya Bajêr a Amedê fîlma “ Navê min” hate pêşandan.   Bêrîya pêşandana fîlmê Berdevka Komîsyonê Ayşe Esmer axivî û destnîşan kir ku ew pişta xwe dispêrin têkoşîna azadiya jinê û wiha axivî: “Me kengê pirsa ‘Gulîstan Doku li ku ye’ pirsî em bi binçavkirin û zextê re rûbirû man. Bİ feshkirina Peymana Stenbolê re qetîlkirina jinan her ku çû zêdetir bû. Lê em wek jinan dîsa dibêjin ku em ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinê venagerin. Em ê têkoşîna xwe mezintir  bikin. Em hertim pirsa xwe ya ‘Gulîstan doku li ku ye’ bipirsin. Ne ew têkoşînê dikarin têk bibin ne jî wê derbas bikin. Me di roja 687’yemîn a li ser windakirina Gulîstan Doku de, dengê wê gihand hemû deveran.”   Piştî axaftina Ayşeyê, fîlma derheqê çîroka jinên ku hatine qetîl kirin hate pêşandan.